Nivîsar

Qendil guh nade Îmralî

Eve demek dirêj bû ku PKKê Abdullah Ocalan ji rojeva xwe derêxistibû. Dema Ocalan ji Qendilê daxwaz kir ku, kongreyekî li darxin û di serokatiya xwe de hinek guhertina çêbikin Qendilê guh neda Ocalan û daxwaziya Ocalan red kirin. Tê zanin ku Ocalan dixwest Cemil Bayik bê guhertin lê PKKê guh neda pêşniyarên Ocalan.

Ji hinge ve Qendilê li dijê ku tiştên Ocalan daxwaz kirî kar kir û dike. Heta çendekî behsa Ocalan jî nekirin. Lê dema ji wanre lazimbe cardin Ocalan tînin rojevê, kesek wek Osman Ocalan vê yekê nizane. Birayê Abdullah, Osman Ocalan dizane û hinek daxûyaniyên xwe de behsa vê pirsê dide, lê mixabin kesek guh nade gotinên Osman jî. Ji aliyek din ve baş tê zanin ku di nava PKKê û aliyên girêdayê PKKê de biryara dawî di destê kesên çepên marjinalên Tirk de ye.

Herî dawî hevserokê HDPê Sezai Temelî daxwaz ji hukumetê kir ku cardin pêvayoya “aşitiyê“ destpê bike ew amadene li gel hukumetê li ser maseyekî rûnin. Lê hukumetê bersiva Temellî da û aliyê hukumetê da xûyakirin ku ew hêdî bi tu awayî li gel rêxistinak ku terorist tê qebûl kirin tu pêvajoya destpê nakin. Herweha vekirî gotin ku li gel HDPê jî tiştekî bi nave “ aşiti“ yê nakin.

Piştî daxûyaniya hukumetê hevserokê HDPê Temelli da xûyakirin ku, ew tiştekî li gel vê hukumetê nakin û daxûyaniya wî xelet hatiyê tê gihandin. Temeli da xûyakirin ku, muxatabê dewletê li Îmraliye.

Niha rojane behsa tecrîta Ocalan dikin. Lê heta vê gavê tu agahdarî ji devê Ocalan û malbata wî nehatiye sehkirin. Dixweyê Ocalan jî pê hesaye ku PKK hêdî tenê wî bi kar tîne. Ji ber ku Qendil guh nade Ocalan jî.

Ev yek heja vekirî di bingeha PKKê de nayê minaqeşekirin, lê di hinek organên PKKê de ev yek babetek sereke yê gotubêjaye.

Nûçe/Analîz

Back to top button