PolîtîkRojev

PYNKê pêşwazî li banga Mezlûm Kobanî kir

Rudaw

Partiyên Yekitiya Nîştimanî ya Kurdî (PYNK) îro, 29/03/2021, li ser bangewaziya Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) General Mezlûm Kobanî ya ji bo serxistina diyaloga aliyên Kurdî yên Rojavayê Kurdistanê, daxuyaniyek belav kir.

PYNK di wê daxuyaniyê de amaje bi wê kir, bi destpêxeriya Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Kobanî û di bin çavdêriya yekser a Amerîkayê de diyaloga Kurdî-Kurdî destpê kir û got, “Derdorên Kurd û Kurdistanî û hevalbendên navneteweyî pêşwaziya vê yekê kirin.”

Li ser sedemên piştevaniya navdewletî bo serkeftina diyaloga aliyên Kurdî jî PYNK diyar kiriye, “Ji ber ku serkeftina vê diyalogê di xurtkirina seqamgiriyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê de dê roleke girîng bilîze. Ew yek dê bibe bingeha çareseriya siyasî ya aloziya Sûriyê bi giştî. Diyaloga Kurdî-Kurdî gava yekemîn a diyaloga nîştimanî ya giştî ye.”

Di wê daxuyaniyê de amaje bi wê hebûna astengiyên li pêş diyalogê jî hat kirin û hat gotin, “Tevî hemû astengî û zehmetiyên ku di vê qonaxê de rastî me hatine jî, lêbelê di diyalogên PYNK û ENKSê de li ser gelek mijaran lihevkirin çêbû.”

Li gor PYNKê hindik maye ew bigihêjin lihevkirineke giştî ku di encamê de “Lêvegereke Kurdî ya Bilind û giştî û di biryara siyasî de serbixwe derkeve holê û hêvî û xewnên gelê Kurd û doza wî ya adil di qada netewî û navnetewî temsîl bike.”

Her di wê daxuyaniyê de PYNK serkeftina diyaloga Kurdî ji bo doza nîştimanî û neteweyî “stratejîk” dibîne û tekez dike ku divê dewam dike.

Herwiha PYNK pabendbûna xwe bi lihevkirinê berî niha nîşan dide û bang li hemû hêzên “Kurdî, Kurdistanî, netewî û hevalbend”kir ku “ji bo piştgiriya diyalogên PYNK û ENKSê hewldanan bikin.”

PYNKê di daxuyaniya xwe de bang li dezgehên çapemeniyê yên Kurdî jî kir ku “herdu aliyan nêzî hev bikin.”

Back to top button