Polîtîk

PYDê sebeb bû ku me Efrîn jidest da

Serkirdeyê berê yê Hêzên Sûriyaya Demokrat (HSD) Emîd Husamedîn Elak ragihand ku PYD sedema wê yekê ye ku Kurdan Efrîn jidest dan.

Husamedîn Elak ji malpera KDP.info re ragihand: “Eger PYD vegeriyaba bo lêvegera siyasî ya Kurdistanê ku Serok Barzanî ye û rêkeftinên di navbera TEV-DEM û ENKSê cîbicî kiribana, dê niha rewa Rojavayê Kurdistanê ne bi awayî ba û me destê xwe ji bo alîkariyê nediavêt ti kesekî din.”

Emîd Husamedîn Elak wiha got: “Me ji PYDê re digot veger bo lêvegera Kurdistanê li Başûr, bi taybetî jî Serok Barzanî, ji ber ku jibilî Kurdan ti kes nikare alîkariya Kurdan bike, lê guh nedan me û bûn sedem ku Efrîn ji destê me biçe.”

Ewak wiha got: “Serok Barzanî gelek caran hewl da ku Kurdên Rojava bike yek. Niha jî em dixwazin Serok Barzanî pirsgirêkên me çareser bike û piştgiriya me bike.”

Back to top button