Polîtîk

PYD tehdît dike, ditirsîne, direvîne, îşkence dike û dikuje

 

Rêxistina Ewropa ya Şepêla Pêşerojê ya Kurdî li Sûriyê di derbarê kiryarên PYD-ê de daxuyaniyek belav kir. Di daxuyaniyê de Şepêla Pêşerojê rexneyek tund li PYD dike. Ec daxûyaniya Rêxistina Ewropa ya Şepêla Pêşerojê ya Kurdî li Sûriyê ye.

 

Şoreşa sûriyê, ya ku berî nêzîka salekê destpêkir bi hêvî ne mezin ve girêdayî ye: piraniya gelê Sûriyê sistêmeke demoqrat û reformên aborî dixwaze û ew dawiya zordariyê û korupsiyonê (gendeliyê) jî dixwaze. Tevlî van daxwazan kurd jî hêvî dikin, ku mafê wan yê netewî bikeve destê wan: Zimanê kurdî gereke di dibistanan de bê xwendin û ew di herêmên kurdî de, wek zimanekê fermî were pejirandin, partiyên kurd di hilbijartinan de beşdarbibin û di deverên ku piraniya wan kurd bin, gereke cihên giring di warên aborî, siyasî û idarî de bi dest kurdan kevin.

Lê berî hertiştî gelek merov hêvî dikin, ku ew nerînên xwe bi awakî azad û bê tirs bênin ziman û bê tirs jî nerînên xweyî cûda bêjin û bêyî ku ew bêne girtin û îşkencekirin.

Bêgoman ev azadî di herêmên kurdan de di xeterê de ye. Hê dawiya rijîma diktatûr ne hatiye, lê diktatorekî din diyar dibe: PYD, liqê PKK  li Sûriyê. Weke PKK di salên heştêyî de li Tirkiyê, PYD jî îro hewl dide, ku ew xwe tenê wek nûnerê gel bi tûndî ferzbike.

Rexnevanan tehdît dike, ditirsîne, direvîne, îşkence dike û dikuje. Hevalên PYD dixwazin karên dewletê bidest xwe bînin; kolanan dixine bin çav û kontrola xwe de û bi çekên giran li bajaran digerin. Armanca wê ne ew e, rewşa kurdan li Sûriyê baş bike- Kurdên Sûrî ji rexê PYD ve wek destik tên bikaranîn. Kurdistana Sûrî jê re tenê ciheke, ku ew xebatkaran bidehev û wan tedrîb û perwerde bike. Siyaseta PYD, weke ya PKK ye û tenê berê xwe dide Tirkî. Liqê PKK yê Îranê PJAK gelek salan li Îranê xebat kir, encama wê xebatê bû girêdana peymaneke aştiyê bi Îranê re berî çend heftiyan. Gelo rewşa kurdên Îranê baş bûye? Na, peyman tenê hate pêkanîn, da ku PKK xebata xwe bi giranî li Sûrî bike. Çawa kurdên Îranê ji PJAK re ne derdin, wilo jî kurdên Sûriyê ji PYD re.

Em xebatê dijî rijîmeke diktatûr dikin, ne ji bo ku em bihêlin piştre diktatûrekî nû ramanê me und axaftina me qedexe bike! Mafê PYD wek her partiyê heye, ku ew bi awane aştî hevalan ji xwe re bibîne, lê ne bi tûndî. Dijî vê tûndiya PYD û dijî hildana wê ya mafê nûnertiya gel bi tenê, gereke hemû partiyên kurdî din xwe bi gel re biparêzin. Gereke em derfetê nedine PYD, ku ew devê me bigire û gereke em deselata wê qebûl nekin. PYD xebatkarên wêyî çekdar li herêmên kurdan hene, lê piraniya xelkê ne li pey wê ye! Eger ev piranî PYD qebûl neke, hingî wê PYD bê hêz bimîne.

Hevalên PYD dixwazin nifûsên we kontrol bikin? Ti mafê wan, yê kontrolê nîne û nifûsên xwe pêş wan nekin! PYD navendên kultûrî li bajarê we vedike? Win jî ji xwe re navendên serbixwe avabikin û şevên kultûrî û ahengan çêbikin!

PYD qedexe dike, ku rexnevanên rijîmê xwepêşandanan bikin? Piştgiriya çalakvanên serbixwe bikin û bi jimareke mezin tevlî protestên wan bibin! Winê bêjin: Eger em hemberî PYD derkevin, ewê me tehdît bike û bikuje? Em dibêjin: Eger em hemberî PYD dernekevin, wê gavê ne giringe, ku em xebatê dijî rijîma Baas bikin. Em xebatê ji bo azadiyê û demoqratiyê û ne ji bo deselateke nû liser bingeha tûndiyê dikin. Eger em îro berê aniya xwe nedine PYD, wê nêzîk û dûr şerek di nav bera PYD û grûpên kurd de çêbibe, helbet ew grûpên, ku xwe nexine himbêza PYD de. Eger em îro sînoran ji PYD re nedeynin, wê Tirkî niha û yan piştre bi artêşa xwe derbasî Sûrî bibe û şerê PYD bike û pê re jî wê bi hezaran werin kuştin. Turkî ti caran nahêle, ku PYD herêmên sînrorê Sûrî û Tirkî kontrol bike û ji wir ve karê xweyî çekdarî dijî dewleta tirk organîze bike. Em hemû di vir de berpirsyarin, ku negihe wê rewşê.

Gereke em hemû bi erkê xweyî netewî rabin, da ku kurdên Sûrî derfetekê bibînin, li Sûrî jiyaneke baş û azad bijîn.

 

Rêxistina Ewropa ya Şepêla Pêşerojê ya Kurdî li Sûriyê

 

 

 

 

Back to top button