Civak

PYD razî be em amadene herin Rojavayê Kurdistanê

Fermandarê giştî yê zêrevanî  general Ezîzî Weysî da xuyakirin ku em amadene derbasi  Kurdistana Rojava bibin.

Piştî DAÎŞ bi tundî êrîşê Kobanê kir  hate belavkirin ku pêşmerge çûne Rojava. Di vê derbarê de fermandarê hêzên zêrevanî Ezîz Weysî ji Rudawê re got: Ji berî her tiştekî dive rayadarên Kurdistanê û PYD li hevbikin da ku em bikraibin derbasê Rojavayê Kurdistanê bibin.

Ezîz Weysî got: Eger PYD razî be em amade ne herin Rojavayê Kurdistanê biparêzin lê em bi serê xwe nikarin herin. Jixwe em naçin wir şerê PYDê bikin.

Di berdewamiya axavtina xwe de Weysî got: Divê em herin wir şerê dujmin bikin nek şerê PYD û YPGê bikin. Eger ew razî bin û bihêlin, her çiqas di şerê de ne jî lê dîsa emê bi hêzên Rojavayê Kurdistanê re herin û parastina wî beşê Kurdistanê bikin.

Back to top button