Nivîsar

PYD ne partiyek kurd e

Wek tê zanîn piştî ku li welatên ereban, bi taybetî jî li Misirê, li Tinûsê,  li Libyayê encama serîhildanên sivîl,  rejîm hatin guhertin, vê guhertinê li ser welatên din yên ereban, li Sûriyeyê jî tesîr kir. Li Sûriyeyê jî gel dest bi çalakiyên, xwepêşandinên sivîl û aşitîxwaz kir.

Ev tevgera li Deraayê nêzikî tuxûbê Urdunê dest pê kir.

Di destpêkê de muxalefetê bi rêya aşitî û demokrat xwepêşandinêen xwe meşandin.

Piştî demekê ji bona ku rejîma baasê dest bi zulm û zordariya milîtarist kir, xweşpêşandaran kûşt, wê demê mûxalefetê jî dest b şerê çekdarî kir. Bi taybetî jî piştî leşker ji arteşa baasê qetiyan, xwe wek hêzek leşkerı organîze kir. Xwe bi “Arteşa Azad ya Sûriyeyê” bi nav kirin.

Lê mûxalefeta çekdar li wir nesekinî. Birayên misilman jî dest şerê çekdarî kirin. Roj bi roj mûxalefeta çekdar xurt bû, rengekî cûda qezanç kir. Gelek rêxistinên teror bi kar tînin jî hatin ketin nav tevgera çekdar ya mûxalefeta Sûriyeyê.

Mûxelefeta ereban di destpêkê de guhertin û rûxandina rejîmê daxwaz nekir; xwestin ku ji aliyê Beşar Esad de reform pêk bên, destûrek nû çê bibe; sîstema parlamenter bibe sîstemek rasteqîne, ji derveyî partiya baasê partî ava bibin, hilbijartinên demokratîk çê bibin. Maf û azadiyên şexsî bên pejirandin.

Lê piştî demekê hat tespît kirin û dîtin ku Beşar Esad destûrek nû çênake û gel nake şerîkê destûrê, reformên demokratîk pêk nîne; wê demê stratejiya mûxalefetê hat guhertin,  guhertin û rûxandina rejîmê wek stratejî hat pejirandin û gorî vê stratejiyê xebata xwe meşand, şerê çekdarî gor wê realîze kir.

Piştî vê yekê jî rejîma otorîter, fasıt û metîngehkar (kolonyalîst) dest bi qetlîama gel kir. Bajar bombabaran kir. Her roj bi dehan kes hatin kûştin. Heta nûha jî 100.000 însan hatine kûştin. 2 mîlyon însan jî mecbûr bûne dest ji welatên xwe bedrin, li Tirkiyeyê, li Urdunê, li Iraqê û li Başûrê Kurdistanê û li dewletên din bibin penaber.

Helwesta hêzên dinyayê û herêmê…
Rewşa Sûriyeyê, ji derveyî rewşa Misirê, Tûnisê, Lîbyayê li dinyayê helwestek derxist holê. Dinya bi awayekî din raste rast û fiîlên li Sûriyeyê bûn teref. Sûriye ji bona realîteya dinyayê ya parçebûyî; nexşereyek derxist holê.

Risyayê û Çinê ji bona ku rejîma Sûriyeyê nayê rûxandin û guhertin, ji rejîma Sûriyeyê û ji Beşar Esad re piştgirî kir. Bi taybetî jî Risyayê bi xûrtî ji rejîma Sûriyeyê ya dijminên gelan re piştgirî kir. Lewra danûstandina Sûriyeyê bi Risyayê re ji dema Yekîtiya Sovyetan dest pê kiribû. Piştî ku sîstema sosyalîst hat ruxandin jî, pêwendiya Sûriyeyê û Risyayê qût nebû. Risya, li Sûriyeyê xwediyê bingeha leşkerî bû.

Emerîka û Yekîtiya Ewrûpayê ji destpêk de nebe jî, piştî demekê biryar da ku rejîma Sûriyeyê bê guhertin û Beşar Esad dev ji Sûriyeyê berde. Lê bi aktîfî û wek li Misirê û bi taybetî j îli Lîbyayê piştgirî kiribûn, ji mûxalefeta Sûriyeyê re piştgirî nekirin. Lewra nedizanîn ku kîjan hêz dê bibin desthilatdar.
Nûha di helwesta Fransayê û Îngiltereyê de guhertin pêk bê jî, hîn di helwesta Emerîkayê de guhertinek tûne ye. Ew helwesta Emerîkayê jî dibe sedem ku li Sûriyeyê rewş hîn xeter tir bibe, mûxalefet hîn reş û tarî bibe.

Li herêmê jî veqetandin û cûdayeke gelek mezin pêk hat.

Yekîtiya ereban piştgirî ji mûxalefetê re kir, rejîm û desthilatdariya Sûriyeyê ji endametî derxist.

Sûûdî Erebîstanê û Katarê bi xurtî piştgiriya mûxalefetê kir. 

Tirkiyeyê jî bi xurtî piştgiriya mûxalefeta Sûriyeyê kir û dike.

Welatên ereban yên ji mûxalefetê re piştgirin û Tirkiyeyê jî di destpêkê de nexwestin ku rejîma li Sûriyeyê bê guhertin. Lê piştî demekê wan jî xwest ku li Sûriyeyê rejîma û desthilatdariya baasê bê guhertin. Di vê merheleyê de jî di helwesta van dewletamn de guhertin nebûye.

Dewleta Federe ya Başûrê Kurdistanê jî, ji serî de ji mûxalefetê re û bi taybetî jî ji mûxalefeta kurdan re bû alîkar. Ji bona ku rejîma Beşar Esad û baasê bê guhertin helwest diyar kir.

Îranê, guhertin û rûxandina rejîmê ji bona xwe gelek xeter dît. Îranê guhertina rejîma li Sûriyeyê wek şikestina şîiyan qebûl kir û di hemandem de ji bona mûdaxeleya cîhanê ya li Îranê jî wek destpêk û xeter hesiband. Loma jî bi her awayî, malî û leşkerî piştgirî da rejîmê: Di vê merheleyê de jî ev piştgiriya Îranê ji rejîma Sûriyeyê re dom dike.

Hikûmeta Federal ya Malîkî ya li Iraqê jî bi xurtî piştgiriya rejîma Sûriyeyê kir. Nûha jî ew piştgiriya wan dom dike.

Hizbûllaha Lubnanê û PKKê jî wek hêzên herêmê piştgirên Sûriyeyê ne. Helwesta Hizbûllahê tê fahm kirin ku ew şiî ne. Lê her çiqas PKKê wek rêxistinek kurd tê naskirin jî, ji bona ku bi salan e ku ji bona Sûriyeyê û Îranê şer dike, ji rejîma otorîter û baasî re bû alîkar. Lê di vê merheleyê de di helwesta PKKê de guhertinek heye. PKKê dualîst tevdigere. Ji aliyekî de bi rejîmê re pêwendiyên xwe dom dike. Ji aliyekî de jî piştî ku Ocalan ji Ergenekonê dûr ket bû merivê hikûmetê, ji mûxelefetê re dixwaze pêwendiyên xwe pêk bîne.

Helwesta mûxalefeta milî ya kurd…
Mûxalefeta milî ya kurd, ji serî de guhertina rejîma baasî daxwaz kir, ji mûxalefeta ereb re raste rast nebe jî bû alîkar.

Lê ji bona ku mûxlefeta kurd li hemberî rejîmê radîqal nebe, mûxalefeta kurdan bi mûxalefeta erebanên sunî re nebe yek, rejîmê di destpêkê beşek kurdên nehemwelatiyên Sûriyeyê ne, kirin hemwelatî.

Lê di helwesta kurdan de guhertin çê nebû. Kurdan wek her dem, ji bona guhertina rejîmê xebat kirin. Lê ew xebata xwe bi awayekî aşîtane û demokratîk meşandin.

Lê ji bona ku rejîma Sûriyeyê bê rûxandin, du hêzên esasî li Sûriyeyê hene. Heza yekemîn ereb bûn. Bitaybetî hêza sunî ya ereb bû. Hêza duyemîn jî hêza kurdan bû. Kurd jî ji salên 1957-an vir de ji rejîmê re mûxalîf bûn û xwediyê rêxistinên veşartî/sirrî û îllegal bûn.
Ev mûxalefeta hem mûxalefeta milî û hem jî mûxalefeta demokratîk bû.

Rêxistinên kurdan her çiqas di detpêkê de di nav xwe de nexwediyê yekîtiyek bûn jî, pişt re bi darxistina kongereyek milî di nav xwe de yekîtiyek ava kirin. Ev yekîtiya bi “Encümaniya Niştimanî ya Kurdên Sûriyeyê” hat binav kirin.

Her çiqas di destpêkê de ji bona statuya siyasî ya li Kurdistanê xwediyê nerînek hevbeş nebûn jî, pişt re biryar girtin ku Sûriye bibe dewletek federal û demokrat, Kurdistan jî bibe federe.

Mûxalefeta ereban ji serî de heta nûha mafên kurdan ya desthilatdarî nas nakin. Ji Kurdistanê re statuyek napejirînin. Loma jî mûxalefeta demokratîk û milî ya kurd, hîn bi mûxalefeta ereban re ne di nav koalîsyonekê de ne.

PYD ne partiyek kurd e û dixwaze rejîmek otorîter/baasî ava bike…
Li Rojavayê Başûrê Kurdistanê partiya kurd û Kurdistanê, di sala 1957-an de ava bû.

Lê ev partiya xwediyê kevneşopiyek dûr û dirêj bû. Ev partiya meriv dikare bibêje ku berdewamiya partiya Xoybunê bû.

Lewra tê zanîn ku Xoybun di sala 1927-an de ava bû. Xoybun, partiyek Kurdistanî bû û loma jî, ji Serîhildana Milî ya Agriyê re piştgirî kir.

Partiya kurd dema ku li Rojavayê Başûrê Kurdistanê ava bû; bi navê nasnameya welatê me “Kurdistanê” ava bû. Navê partiyê, “Partiya Demokrat ya Kurdistan a Sûriyeyê” bû.

Pişt re girêdayî konjekturê, navê partiyê hat guhertin, navê partiyê bû “Partiya Demokrat ya Kurdên Sûriyeyê”.

Partî, di demek kurt de di nav gel û milet de xûrt bû. Karakterek kîtlewî û girseyî qezenç kir. Jin û merên Kurdistanê, hemû çîn û tebeqeyên Kurdistanê, hemû welatparêzên Kurdiatanê li derûdora partiyê kom bûn.

Kurditî, li Sûriyeyê bû karakterek civakî û dîrokî.

Di van salên dawî de bi siyasetek nû ya dewletê;  tevgera milî û rêxistinên Kurdistanê qels bûn, parçe bûn, bê îtibar bûn.

Suriyeyê ev yeka bi destê PKKê çê kir: PKKê, hem bi xûrtî dijminitiya rêxistinên Rojavayê Başûrê Kurdistanê kir û hem ew bê îtibar kirin û hem jî xortên kurdan bi teşwîka dewletê xist nav xwe, bi hezaran cîwanên kurdisatanê da kuştin.   

PYD, partiyek kurdan ya kevn û xwediyê kevneşopiyek nîn e.

PYD, girêdayî dînamîkên kurdî yên civakî û siyasî ava nebûye.

PYD, xwediyê dîrokek nîn e. Di van salên dawî de ava bû. Bi destê PKKê û Sûriyeyê ava bû. 

Ji bona vê jî du delîlên gelek vekirî hene. Delîlek: PYD, vekirina wê “Partiya Yekîtiya Demokrat” e. Yanî di navê PYDê de “kurd” û “Kurdistan” tune ye.  Lewra ev yeka bi zanatî, ji bona ku rejîma Sûriyeyê memnûn bikin wûsa hatiye kirin.

Delîla duyemîn: PYD, bi destê qedroyên xwediyê ceribandin, naskirî, ji aliyê civakê de xwediyê giranbûha, kesên xwediyê hilberî nehatiye ava kirn. Ji aliyê kesên ji devreyî civakê û efirandinê hatiye ava kirin.

PYD, bi piştgiriya mûxabereta Sûriyeyê hatiye ava kirin.

Loma jî roja ku PYDê ava bûye, li ser gelê kurd xwestiyê zulm û zordarî bimeşîne. Li hemberî muxalefeta li dijî rejîmê derkeve.

Dema ku li Sûriyeyê serîhildan jî dest pê kir, ji rejîmê re bû piştgir.

Tu wextekî nexwest kû rejîma baaasê û Beşar Esad jî bê ruxandin.

Hîn di van rojên dawî de jî berpirsiyarê PYDê diyar kir, ku naxazin ku rejîm û bi taybetî jî Beşar Esad bê guhertin. Loma jî li hemberî mûxalefeta milî û demokrat ya kurd bû asteng ku bi mûxalefeta ereb re bibe yek koalîsyonek.

Piştî ku mûxalefeta kurd li Kurdistanê û mûxalefeta ereb li herêma ereban xûrt bû, rejîma Suriyeyê stratejiyek nû meşand. PYD çekdar kir.

Piştî demekê jî li Hewlerê bi hewildan û pêşengiya serokê Kurdistanê Mesûd Berzanî, civînek yekîtiyî pêk hat. “Peymana Hewlerê” hat pesinandin. Bi vê yekê PYD her çiqas bi rejîmê re bû jî, ji bona xwe meydanek rewa çê kir.

Rejîmê jî  beşek herêmên kurd teslîmî PYDê kir.

PYDê her roj çekdarên xwe zêde kirin, li ser gel zulm zordarî, xeraç domand. Desthiladariyek nedemokrat û nemirovane ava kir. Di vê merheleyê de jî ev xeteriya dom dike.

PYDê, serokê kurdan Meşel Temo, gelek qedroyên partiyên siyasî revand û kûşt.

Di van rojên dawî de jî, 75 endamên Partiya Demokrast ya Kurdên Sûriyeyê girt û hepis kir. Ew bû sedem ku bi Hikûmeta Kurdiatanê re bên merhalaya şer. Hîn îro jî ev xeteriya dom dike.

PYDê di hamen dem de partiyek demokrat jî nîn e.
Ew xwediyê bernameyek taybet  jî nîn e. Ew bernameya PKKê dipejirîne. Gorî vê bernameyê jî, ew desthilatdariya yek partiyek, yek îdolojiyek, yek serokekî diparêze.

Navê vê rejîmê jî, rejîma baasî, kemalîstî, otorîter e.

PYDê,  loma dixwaze li Rojavayê Kurdistanê sîstemek û rejîmek otoriter, ne demokrat, totalîter ava bibe.

Divê miletê kurd vê xeteriyê bibîne. Gorî wê rewşê, helwesta xwe nîşan bide. Bi taybetî di vê pirsê de li ser milên rewşenbîr û siyasetmederên kurdan, wezîfek mezin heye.

Amed, 26. 05. 2013

Îbrahîm GUÇLU

([email protected])

   

Back to top button