Nivîsar

PYD li gel kurda rê nekeve !

Pişti biryara vekişandina hêzên Amerikayê ji Suriye û Kurdistana Rojava siyasetek nû ji bo Suriye û Kurdistana Rojava tê dîzayn kirin. Li vê derê ya girîng dê Suriya nû de rewşa kurda çibe. Niha girêdayê siyaseta PKKê, PYD li  Kurdistanê desthilat e. Li hinek deverên stratejik de hêja rejima Suriye heye û kontrol di destê wan de ye.

PYD ji bilî xwe hêzek din yê Kurdistanê qebûl nake, û gelek dezgeh û partî bi navên cuda ava kirine. Ew partî û dezgeh di bingehê xwe de tenê navin û hemî jî şaxê dara PKKê ne. Ji berê pê de ev siyaseta PKKê ye.

Ji aliyek din PYDê li gel hinek ereban li hevkiriye HSD ava kiriye. Lê giraniyek mezin ev hêz jî bandora YPGê de ye. Ji bo Kurdistana Suriye çi dixwaze ne kifşe. Ji ber ku di bingehê xwe de tiştekî naxwaze û ji bo rastiya kurda winda bike behsa formilên wek Federasyona Bakurê Suriye dike. Ev çîye nayê zanîn û nikarin vê yekê terîf bikin. Ji bo nave Kurdistanê bi kar neynin her tiştekî dikin.

Li Kurdistana Rojava li hemû deveran nifusa ereban gihatiye ya kurda û heta li Qamîşlo eger ereb ji kurda ne zêdetirbin wek wan gelek bûne. Ev yek bi zanebûn ji aliyê PYDê ve hate kirin. Koçberên  ku kurd ji deverên Kurdistanê hemûyê derketine  ji ber PYDê reviyane û li Başûrê Kurdistanê bûne benaber. Ji Beravê heta bigihe Serê Kaniyê rewşa kurda zelale û tenê desthilata PYDê û henek deveran ya rejimê heye.

Çekdarên girêdayê PYDê li deverên ereban bi daxwaziya Amerikayê şerê DAÎŞê kirin û li van deveran bi hezaran ciwanên kurd şehid bûn. Rojhilatê Firatê ku piranî di rojeva PYDê de ye. Ne Kurdistane. Kî bikeviyê ji bo destkeftiyên Kurdistanê ne gelekî girîng e.

Rêyek pêşiya PYDê heye, ew jî bi dilek fireh û hestên kurdpewerî li gel aliyên din wek ENKSê hem siyasî hem jî di ware leşkeri de li hevhatinekî bike û ji bo destxistina mafên rewa yê kurda li gora mercên Kurdistan Rojava bixebite. Ji vê pêve tu rê tuneye.  Ji bilî vê hevkarî û xebatê, dê PYD Kurdistana Rojava bike qurbana siyaseta PKKê ya ne Kurdistanî.

Eger PYD hevkariyê li gel hêzên din yên Kurdistanê neke, dê dawiya xwe de bibe hêzek ya rejima Suriye û tu cara nikare ji bo mafek yê kurda tevbigere.

Bê guman vekişandina Amerikayê nayê wateya ku bi hemû awayî siyaseta pêşeroja Suriye de bê deng bimîne. Ihtimalek mezin dê Amerika bi rêya Siudîye û heta radeyekî bi rêya Tirkiye jî siyaseta xwe li Suriye rêve bibe.

Herweha ihtimala ku Amerika li baregehên xwe yê Kurdistana Başûr û Iraqê çavderiya siyaseta Suriye bike geleke.

Bê guman gelek senaryo hene, lê ya herî rast ji bo kurda li ser bingehek netewî , kurd û Kurdistanî yekitiya siyasî û leşkerî ya Kurda bi xwe ye. Ji vê pêve hemû senaryo dibe sedemê ku kurd ji mafên xwe dûr bikevin. Dema PYD bi temamî berê xwe bide rejimê dê siyaseta wan rêve bibe. Hinge tenê bar dikeve li ser mile ENKSê û hêzên pêve girêdayî.

25.12.2018

Dara Bilek

Back to top button