PYD: Goran were,PDK-S here

Li Bacarê Silêmaniyê civînek di navbera berpirsên Koantona cizîrê û Tevgera Goran de pêkhatiye. Di vê civînê de ji Goran daxwaz hatiye kirin ku ew li Rojavayê Kurdistanê nûnertiya xwe vekin.

Li Silêmaniya civîna li gel Goran

 

PYD bi hevkariya rejimê rê nade ku partiyên Kurdistana Rojava li welatê xwe cih bibin û siyasetê bikin. Lê daxwaz ji hinek rêxistinên Başûr dikin ku nûnertiya xwe li Rojava vekin.

Bingehê siyaseta ku li dijê xeta netewî li gel rejimên herêmê re hatîn danîn naxwaze kurd li gel kurdan hevkariyekî pêkbînin. Ji bo rastiya xwe jî derneyên holê bi hezar fena dikin.

Çekdarên PYDê tabeleya PDK-S anîn xwar

Doh li bajarokê Girgê Leqê li Rojavayê Kurdistanê çekdarên PYDê tabeleya Partiya Demokrata Kurdistana Suriye rakirin û avahiya wan dager kirin.

PYD gelek vekirî bi hevaltiya rejima Esad nahilê partiyên Kurdistana Rojava li ser erdê xwe bimînin û siyasetê bikin.

Lê bi manevrayên siyasî stûna didin ber rejima Esad da ku hilnaweşe.

Gelek vekirî siyaseta PKKê li Rojavayê Kurdistanê bi zelalî tê zanîn.Niha pirs ewe ku mirov pişgiriya vê siyaseta girêdayî rejima Esad bike yan li dijê hemû xirabîya ku xeta netewî aloz bike derkeve.

Nêrînek

  1. Selav u Rez.Weke ku Raya Gisti ji Zani ki.Hukumeta Kantona Cizire.Zagone Xwe yi Hilbijantine ji Efirandini.u Ev tisteki Kanununiye ki Her Pari u ci Saziye din ji dibe Bira Bibe? Berigi Dest bi Faliyete xweya rexisini u Devgera Siyasi Bike.Gerek mecbureki Vesike Bere Bistine.ji Kanunsaza Hilbijartine. u Destura Bingehi.le Mixabe PDK.S Van Nekiriye u Debejiki Ez ne te nasdikem u Kanune te,ji Revbereya kantone Rojavaye kudistane re Dibeji?Em ji Tisteki Xwezayi ki Beranberi Astenga ben.Be ki YNK u PDK .Goran .Ciya li Bajure Kurdistane PYD ji li Rojavaye Kurdistane Ewe.Cima ku Hun Veya Edi Napejirine min tu Fehm Min Dedayi ki Wen Helwesta Weya be Wate? Disa Selav u Rez ji Kurden WEeatparez re .

Leave a Reply to Brahim Sebi Cancel reply