Polîtîk

PYD endamên PDK-Sî bi zorê rêdike Başûr

Polîtbîroya Partiya Demokrat a Kurdistanê-Sûriyê (PDK-S) di daxyaniyekê de girtina endamên xwe li ser sînorê Rojavayê Kurdistanê şermezar kir û ragehand ku tu hêzeke çekdarî mîna PYDê hemwelatiyên xwe bi zorê dernaxîne.
Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku “Hêzên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) gaveke istifzazî avêtin û nehiştin endamên kongreya yekgirtinê vegerin Rojava.”

Polîtbîroya PDK-Sê diyar kir ku di 15ê vê mehê de hêzên ser bi PYDê ve grûpeke endamên wan, rojekê di zindanê de hiştin û bi zorê 7 endamên wan vegerandin Başûrê Kurdistanê.
Di daxyaniyê de hatiya diyaririn ku “Di dîroka navçeyê de ti carî çênebûye ku hêzeke çekdarî hemwelatiyên xwe bi zorê derdixe welatekî din û nahêle vegerin welatê xwe.”

Polîtbîroya PDK-Sê herwiha got “Ev gav, destpêkeke ne baş e di mamelekirina ligel partiya me de ku di kongreyê de li ser destpêkirina diyaloga biratiyê ligel hemû aliyan û prastina yekrêziya Kurdan tekîd kiriye.”
PDK-Sê herwiha daxwaz ji PYDê kir ku “Bi cidî çavekî bi tedbîrên xwe re derbas bike ku ligel berjewendiya gelê Kurd û doza wî ya neteweyî naguncin.”

Derbarê girtina deriyê Sêmalka li aliyê Rojavayê Kurdistanê de, polîtbîroya PDK-Sê got “Girtina Sêmalka ziyanê digihîne berjewendiyên beşeke mezin ji gelê me, ji ber ew deriyekî mirovahî ye û nabe têkeve milmilaneyên teng ên partiyan.”

Back to top button