PYD berpirsek ENKSê girt
Di vê derbarê de nûnêrê Yekitiyê li Kurdistanê Newaf Reşîd ji Rudawê re got: Asayişa PYDê li bajarokê Til Temir bi 6 otomobêlên tijî çek baregeha wan dorpêç kir û hemû hevalên wan derxistin û gotin ji wan re kirin paşê. Dûvre Berpirsê Rêxistina Yekîtî li Til Temir Behcet Şêxo ku ew bi xwe endamê komîteya navendî ye girtin û ew birin cihekî nediyar.
Di berdewamiya daxuyani xwe de Reşîd got: “Heman hêza PYDê girte ser baregeha şaxê Encûmena Niştimanî Kurdî ENKSê li Til Temirê û berpirsê ENKSê yê Til Temirê girtin.”
Li gora agahdariyên Reşîd dide hinek alî dibêjin sedema van girtinan, lidarxistina xwepêşandana duhî ENKSê ji bo piştgiriya Kobaniyê li Til Temirê bê ruxseta PYDê kirî ye. Lewma asayişê girte ser herdu baregehan.
Newaf Reşîd got sedema rastî ji kiryariyên Asayişa PYDê ew e ku ew naxwazin yekîtî û yekrêziya kurdan di vê rewşa dijwar de çêbibe.