Polîtîk

PSK û PAKê ji bo hilbijartinên herêmî teklîfa tifaqê li HAKPARê kirin

 

PSK û PAKê ji bo hilbijartinên herêmî yên    ku di 31ê Adara 2019an de dê li dar bikeve, teklîfa tifaqê li HAKPARê kirin.

PAK û PSKyê  ji bo bi namzedên serbixwe yên welatperwer û demokrat beşdarîhilbijrtinên herêmî yên 31ê Adara 2019an bibin, xebatek dest pê kirin. Bi vê armancê PSK û PAKê di roja11.11.2018an de li Amedê bi şîara“Di hilbijartinên herêmî de alternatifekeneteweyî û demokratik”  Komxebatek li dar xistin.

PAK û PSK nuha jî ji bo bi namzedên serbixwe beşdarî hilbijartinan bibin, di nav xebata pêk anîna platformên herêmî yên  berfireh ku  ji partîyên sîyasî, dezgehên sivîl şexsîyetên welatperwer pêk hatî de ne.

Bi armanca pêk anîna tifaqeke berfireh, PAK û PSKyê  bi nameyekê teklîfa tifaqa hilbijartinê li HAKPARê kirin.

Nameye ku li ser navê Mesud Tek-Serokê Giştî yê PSKyê (Partîya Sosyalîst a Kurdistanê) û Mustafa Özçelik-Serokê Giştî yê PAKê (PartîyaAzadîya Kurdistanê) ji Serokatîya HAKPARê re hatîye şandin ev e:

‘’Ji bo Serokatîya Giştî ya HAK-PARê

Rêzdar Serokê Giştî,

Wek tê zanîn, di 31ê Adara sala 2019an da li Kurdistane û li Tirkiyeyêhilbijartinên herêmî têne li darxistin. Ji ber rewşa hestyar a ku millet û welatê me tê da derbas dibe, girîngîyahilbijartinên herêmî yên 31ê adarê hîn zêdetir dibe. Rêberîyênherêmî  herweha ji bo ceribandinaîdarekirina xwe bi xwe firsendeke baş e.

Ji bo ku em bikaribin ji vê firsendê li gorî berjewendîyên gelê xwe feydêwerbigirin, weke PSK û PAKê me biryar daye ku bi namzedên serbixwe beşdarîhilbijartinên herêmî yên 31ê Adara 2019an bibin. Li ser vê biryarê jî, me weke gava ewil, di roja 11.11.2018an de li Amedê, Komxebatek bi şîara“Di hilbijartinên herêmî de alternatifekeneteweyî û demokratik” li dar xist.

Me vê biryara xwe ya namzedên serbixwe, di vê Komxebatê de bi hemû sîyasetvan, rewşenbîr, nivîskar û karsazên beşdar yên ku me wan vexwendibû re par ve kir.

Piranîyabeşdarên Komxebatê, piştgirî dan wê pêşniyarîya me ya ku em bi namzedên serbixwe yên welatperwer û demokrat beşdarîhilbijartinên herêmî bibin. Herweha piranîyabeşdaranpêşniyar kirin da ku  li ser vê sîyasetanamzedên serbixwe, platformeke hilbijartinê ya berfireh bê ava kirin.

Rêzdar Serokê Giştî,

Weke PAK û PSKyê, em dixwazin li gel hemû partî, dezgehênsivîl û kesayetên ku di sîyasetanamzedên serbixwe yên welatperwer û demokrat de weke me difikirin re, platformên herêmî damezrînin û bi hev re xebatekêbimeşinin.

Bi vê mebestê, em dixwazin xebata namzedên serbixwe yên ji bo hilbijartinên 31ê Adara 2019an li gel HAK-PARê bi hev re bimeşînin, em dixwazin HAK-PAR jî di vê xebatê de li gel me be.

Bi hêvîyaserkeftinê…

Mesud Tek-Serokê Giştî yê PSKyê (Partîya Sosyalîst a Kurdistanê)

Mustafa Özçelik-Serokê Giştî yê PAKê (PartîyaAzadîya Kurdistanê)’’

 

 

 

 

 

Back to top button