Polîtîk

Provakasyonên PYDê îro jî berdewam kirin

Wek tê zanîn 18ê heyva Gulanê 2013ê li Toremîş û Serêxanê 51 kadroyên partiya Demokrata Kurd li Suriyê (El Partî) ji aliyê hêzên çekdarên PYDê ve hatine girtin.

Îro jî 27 kadroyên din yên El Partî nêzikî Qamîşlo hatine girtin. Ji bo azadkirina van kesan danustandinên piralî têne kirin. Li gora agahdariyên me ji berpirsên El Partî wergirtîn gerek îro êvarî bêne azad kirin.

Ev karê hanê di demekî de çêdibê ku, PYD û derdorên wê di nava tevgera Kurd li Rojavayê Kurdistanê nakokiyan çêdike û berû astekek bilin ve dajon, bi taybetî  pîştî nehatina wan ya civîna Hewlêrê ku Serokê Kurdistanê ew vexandibûn vê civînê.

 

Di vê derbarê de emê demek nêzik berpirsên El Partî yên bilind re hevdîtinekî bikin û agahdariyên berfirehtir bigihînin raya giştî.

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Back to top button