Civak

Provakasyon berdewamin

Şevîdin piştî êrîşekî kuştina 4 polisan li bajarê Dortyolê gelek tevlîhevî çêbû. Xelkê  bajêr derketin kolanan û dijê kurdan û dijê PKK-ê û BDP-ê şîar avêtin. Xelk ber avahiyê BDP-ê kom bûn û êrîşê avahiyê kirin û avahî şewitandin. Li gelek deverên Dortyolê erîşê cihê  karên kurda kirin û gelek cih û xaniyê kurdan dan ber keviran.

Şevîdin heta derangê şêvê buyer li Dortyolê berdewam bûn . Îro berê sibehê bê dengi çêbûye û rewş ber normaliyê ve diçe. Herweha bûyera kuştina polisan ve girêdayî, li Antakya jî êrîşê avahiya BDP-ê hate kirin.

Dixweyê wek Inegolê, ji berî referandumê gelek provakasyon têne kirin. Herdu buyer jî di encama porvakayona pêkhatine.

Back to top button