Vîdeo

Projeyasaya çaksaziyê amade ye

 

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî peyameke vîdyoyî li hejmara xwe ya taybet a tora civakî “Twitter” belav kir û tê de pêdagir li ser pirsa rûbirûbûna gendeliyê dike û dibêje: “Bi xwe gelekî li ser wê rijdim û çavê xwe ji gendeliya ti kes û aliyekî nagirim.”

Tekeziyê li wê jî dike, niha rêkarên tund li hember kesên li dezgehên hikûmetê bertîlê werdigirin hatine girtin.

Serokwezîr dilniyayê dide welatiyan ku bi hemû karînan rûbirûyî gendeliyê dibin û dibêje: “Gelek hewl hatine dayîn, di rûbirûbûna gendeliyê de me sar bikin, lê welatiyan dilniya dikim, ku bi hemû karînên xwe di hewlên xwe de berdewam dibin.”

 

Back to top button