Polîtîk

Projeya Dewlet û PKKê: Pêşîlêgirtina serweriya miletê kurd e…

 Tevgera milî ya neteweya kurd, wek tevgereke her miletekî di destpêkê de gorî qanûn û pîvanên xwezayî domand. Dewleta milî avakirin, serxwebûn û azadiya Kurdistanê kir armanc.

Tevgera neteweya kurd li her beşeke Kurdistanê di bin pêşengiya sinifên serdest û berpirsiyarên edetî yên civatê de hat meşandin.

Li Bakurê Kurdistanê jî, ne bes di dema împeratoriya Osmanî de, di dema desthilatdariya Kemalîstan de jî, tevgera neteweya kurd di bin burjuva, tacîr, axa, mîr, şêx, serokeşîr û rewşenbîran de hat meşandin.

Dema serîhildana Koçgiriyê, Serîhildana 1925-an ya fıreh, serîhildana Beytûlşebabê, serîhildana Agriyê, berxwedana Dersîmê bê şirovekirin ev rastiya derdikeve qada analîzê. 

Hezar mixabin serîhildanên Bakurê Kurdistanê bi zora dewleta kemalîst û kolonyalîst hatin şikandin, neteweya kurd hat qetlîam û jenosîd kirin. Pirsgirêka mezintir jî ji aliyê dewleta tirk de hat hûnandin ku desthilatdar û berpirsiyarên civata kurd yên xwezayî an bê kuştin, an jî ji derveyî siyasetê û ji rêvebiriya civatê bên dûr xistin.

Dewleta tirk netewe kurd bêserî, bêmêjî, bêberpirsiyar û bêpêşen hiştin. Çîn û tebeqeyên din ên Kurdistanê jî, xwediyê hêz û teqat nebûn ku ji tevgera Kurdistanê re pêşengî bikin. Lewra dema ku sinif û berpirsiyarên civata kurd yên serdest şikest xwarin,  ji derveyî dîrokê hatin hiştin, çîn û tebeqeyên navîn ên civata kurd jî derfet nedîtin ku pêş bikevîn û xurt bibin. Loma jî ew hewildanê çîn û tebeqeyên navîn yên Kurdistanê, hemû bi hêsanî hatin hilweşandin.

Lê piştî salên 1950-yî, di paşila sinifê û civata tirk de çîneke navîn û burjuvaziyê biçûk ya kurd xurt bû. Bi wê xurtbûnê jî, piştî salên 1965-an tevgereke siyasî ya neteweya kurd qewimî, roj bi roj xurt bû. Di sala 1965-an de wek partiyeke îllegal, di sala 1969-an de wek rêxistineke kıtlewî û girseyî ya legal pêş ket. Ev tevgera ji bona dewletê tehdîteke milî ya kurd çê kir. Encama vê pêvajoyê jî, dewleta tirk ji bona tevgera bakurê Kurdistanê ji holê rake, bi darbeya leşkerî ya sala 1971-an hemleyek kir. Lê her çiqas bi sedan kes girtin, êşkence kirin, kuştin, ceza kirin jî, nikarîn pêşiya xurtbûna tevgera Bakurê Kurdistanê bigrin.

Di wan şertan û qonaxeyê de dewleta tirk li hemberî neteweya kurd û tevgera wê stratejiyeke nû pejirand. Ew stratejî, tevgera kurd ji hundîr de teslîm girtin bû. Ew jî bi sixûr û ajanên dewletê nedibû. Diviya bû ku tevger û rêxistineke xurt li ser navê kurdan bê avakirin. PKKê encama ev stratejiya dewletê hat ava kirin.

PKKé piştî ku ava bû, hemû hêzên gel, hemû sinif û tebeqeyeên milî, rêxistinên kurd yên zêdetir nêzikî gel, modern, demokrat yên burjuvaziyê biçuk dijmin îlan kir. Li hemberî wan şerekî fizikî yê tunekirinê domand. Li Kurdistanê li gelek bajarên (Li Sîweregê, li Hîlvanê, li Batmanê, li Niseybînê, li Çolemerîgê) Kurdistanê, ji bona ku hêzên civakî bên tasfîye kirin, şerekî çekdar bi alîkariya dewletê hat meşand. Encama van şeran, hêzên civakî û gelek axayên herêmên xistin bin bandora dewletê. Heger îro mala Bucakan û gelek axayên Kurdistanê bi xurtî ketibin bin bandora dewletê, sedem PKKê ye.

Dewletê, di heman dem de  bi wesitaya PKKê bêwext kişand nav şerê çekdarî û bi şerê çekdarî dîktatoriya leşkerî ya 12ê îlona 1980-yî jî hat amade kirin. Diktatorya faşîst ya leşkerî li Tirkiyeyê hemû hêzên mixalîf, çep, kurdperwer tasfîye kir. Bes dîktatoriya faşîst ya leşkerî û PKKê li ser piya ma.

Bi tasfiyekirina rêxistinê Kurdistanê yên gel, PKKê  li ser navê kurdan bes wek alternatîf ma.

Ev pêvajoya piştî salên 1984-an her ku çû xurt bû. PKKê him bi alîkariya dewleta Suriyeyê, Îranê, Iraqê û him jî bi alîkariya dewleta tirk xurttir bû.

Piştî şerê sar jî, PKKê hat realîze kirin. Li hemberî Başurê Kurdistanê û herêma federe bi destê PKKê şer hat meşandin. Lê dewleta tirk û dewletên kolonyalîst nikarîn pêşiya federalbûna Iraqê û federebûna Kurdistanê bigrin. Lewra li Rojhilata Navîn projeyeke navneteweyî dest pê kiribû, li pişt gelê Başurê Kurdistanê hêzên mezin yên dinyayê hebûn.

Di van deh salên dawî de PKKê li Kurdistanê bû desthilatdariya herêmî. PKKê karaktereke nû qezenç kir. PKKê, wek partiya kemalîst bû partiya “bûrokrasiya sivîl û leişker ya kurd”.  Li Tirkiyeyê piştî desthilatdariya M. Kemal Ataturk, rola kemalîstan li Tirkiyeyê çibûye, PKKê jî li Kurdistanê xwediyê ew rol û mîsyonê ye.

PKKê, rêxistineke otorîter û faşîzan e. Gelê kurd jî temsîl nake. Îradeya gelê Kurdistanê jî xesip kiriye.

Li Tirkiyeyê çawa ku bûrokrasiya sivîl û leşker naxwaze ku gelê tirk xwediyê serwerî û desthilatdarî be, PKKê jî li Kurdistanê naxwaze ku gelê kurd serwer û desthilatdar be.

Li Tirkiyeyê rola kemalîstan, bûrokrasiya sivîl û leşker pêşîlêgirtina desthilatdariya gel e. Yê PKKê jî di heman dem de pêşîlêgirtrina serweriya milî ye. PKKê li pêşiya dewleteke serbixwe û federe ya Kurdistanê astengiya yekem û stratejîk e. Derwleta tirk ev armanca xwe ya ku kurd nebin dewleteke serbixwe û federe bi destê PKKê dimeşîne.

Di van çend salên dawî de gelek aşkere derket holê ku desthilatdariya dewletî û PKKê desthilatdarî di nav xwe de parve kirine.

Di ev parvekirina desthilatdariyê de li Tirkiyeyê mixalefeteke xurt gel ya sivîl û hikumeta Partiya AKê heye. Hezar mixabin li Kurdistanê li hemberî PKKê alternatifeke gel û rêxistinî ya milî ya kurd tune ye.

Li Bakurê Kurdistanê rojev, çareserkirina vê pirsê ye. Divê hemû siyasetvanên nûjen, hêzên zindî yên ji civaka kurd re pêşengî bikin, ji bona ku ev pirsgirêke çareser bibe, hewil bidin.

 

Îbrahîm GUÇLU
([email protected])
Amed, 14. 08. 2010

 

Back to top button