Cîhan

Pompeo: Tirkiyê soza parastina Kurdan li Sûriyê daye

Mike Pompeo berî destpêkirina gera xwe ji bo Rojhilata Navîn ji rojnamevanan re ragihand, Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan soz daye Serokê Amerîka Donald Trump, piştî vekişîna hêzên Amerîkî ji Sûriyê, dê Kurdan biparêze.
Herwiha Pompeo duhî di hevpeyvînekê ligel “CNBC” a Amerîkî de jî diyar kir, “Erdogan di wê pêwendiya telefonî ya bi Trump re soz da ew di şerê li dijî DAIŞê de berdewam be û soz da jî aliyên ku şerê DAIŞê kirine biparêze.”
Serokê Amerîka Donald Trump roja 19ê meha bûrî di pêwendiyeke telefonî bi Erdogan re biryara vekişandina hêzên Amerîkî ji Sûriyê dabû. Tirkiyê jî amadekariyên destpêkirina operasyoneke leşkerî li ser Rojavayê Kurdistanê dike.
Lê piştî wê biryarê, helwestên ji berpirsên pilebilind ên Amerîka derdikevin dibêjin ku divê Tirkiye êrîşî Kurdên Sûriyê neke û daxwaza parastina wan dikin.
Herî dawî Şêwirmendê Asayişa Netewî ya Amerîka John Bolton berî du rojan li Îsraîlê got: “helwesta Serokê Amerîka ew e, bê parastina Kurd li Sûriyê venakişin.”

Back to top button