Civak

Polisên Tirk êrişî tima Kurdistan tv kir

Eşref ÇAKAN/Amed

Tima karmendên Kurdistan tv li pirsûsa navçeya Ruhayê rastî êrîşa polisên Tirk hatin.

Tima Kurdistan tv ku ji nunerê Kurdisitna tv yê Amedê Mihemed Eren û Kamereman Murad Belek pêk di hat, 30yê çiriya pêşîn ya 2014an ku bo amadekirina raporê çûndina karwanê Pêşmergeyê Kurdistanê li navçeya pirsûsê bûn li noxta axirîn ya gîhiştina Pêşmergên Kurdistanê  ji aliyêk gurubek polêsên zêrevan û sîvîl ve pêşiya wan hat birîn. berdewamkirin û deng û reng wergirtina wan hat astengkirin û bi êrişekî dijwar ve rû bi rû man. Bi taybet jî Peyamnêr û nunerê Kurdistan tv Mihemed Eren êrişkariyeke hovane li ser wî hat kirin.

Di encama wê êrişê da Mihemed Eren bi awayekî sext birîndar bû û rakirin nexweşxanê. Kamereman Murad Belek û rojnemewanêk din jî heta demek di bin çavda hatin girtin.

Tedawî kirina Mihemed Eren piştê nexweşxana pirsûsê li nexweşxana Amedê jî berdewam dike.
Diyare ku Mihemed Eren gelek wesleyê canê xwe da birindar e, raporek Adlî û yasayê vergirtiye.

Dê Eren derheqê wan polîsan da doza lêkolên û çezakirinê veke.

Back to top button