Civak

Polîsên Dîyarbekirê  Midaxaleyî Pîrozbahîya Newrozê ya PAK, PSK, TDK-TEVGERê Kirin

PSK, TDK-TEVGER û PAKê roja 20.03.2023yê  li Amedê, li Qada Şêx Seîd, Newroz pîroz kirin.

Berîya pîrozbahîyê polîsên Emnîyeta Dîyarbekirê, li Qada Şêx Seîd ewilî xwestin rê li ber çalakîyê bigirin.

Lê endamên PSK, TDK-TEVGER û PAKê û beşdarên çalakîyê çalakîya xwe berdewam kirrin. Piştî ku polîsan nikarîbûn çalkîyê asteng bikin, vê carê xwestin  pêşîya Alaya Kurdistanê bigirin. Lê çalakvanan ev midaxaleya polîsan jî berteraf kirin.Herî dawî polîsan xwestin  dest danin ser Alaya Kurdistanê . Lê rêvebirên PSK, TDK-TEVGER ev midaxaleya jî protesto kirirn û çalakÎya xwe berdewam kirin.

Li ser navê TDK-TEVGER, PAK, PSKyê Berdevkê PAKê Hanîfî Tûran di destpêkê da kurte axaftinek kir. Hanîfî Tûran ev midaxaleya polîsan protesto kir û got ‘’ Ji ber ku Alaya Kurdistanê ne qedexe ye, ev midaxaleya Alaya Kurdistanê jî ne yasayî ye. Ez bangî  hemû rayedarên Dewleta Tirkîyeyê dikim da ku dest ji vê helwesta xwe ya li himberî Alaya Kurdistanê berdin.Em îro ji bo pîrozbahîya Newrozê li vê derê ne. Ji ber erdheja 6ê sibatê,  gelê me îsal bi êş û xem û birînên xwe pêşewazîya Newrozê dikin. Em jî wek TDK-TEVGER, PAK, PSKyê, ji ber vê rewşa awarte û xembar, îsal ne wek şahîyekê, bi rezgirtina êş û xemên gelê me û  bi mane û armanca wê ya neteweyî  em Newrozê  pîroz dikin.Nuha dê daxuyanîya me ya hevbeş bê xwendin û emê dawî li çalakîya xwe bînin’’.

 Li ser navê PSK, TDK-TEVGER û PAKê Rêvebirê  PSKyê Serhad Amedî  bi zaravayê kurmancî, Endamê Meclîsa PAKê M.Alî Yilmaz jî bi zaravayê Kirmanckî/Zazakî daxuyanîya hevbeş a Newrozê xwendin.

Gelê me yê  Amedê  yê li dor û bera Qada Şêx Seîd bertek û nerazîbûna xwe li himber midaxaleya polîsan nîşan dan û eleqeyeke germ nîşanî vê pîrızbahîya Newrozê dan.

Rêvebir û endamên PAK, PSK, TDK-TEVGERê û gelek rewşenbîr û sîyasetmedarên Kurd li Amedê, li Qada Şêx Seîd beşdarî vê pîrozbahîya Newrozê bûn û telewîzyonên kurdî  weşan kirin.

Beşdarên çalakîya Newrozê  li ber afîşên Newrozê ji bo însanên ku di erdheja 6ê sibatê da jîyana xwe ji dest dane mûm pêxistin.

Back to top button