Nivîsar

Platforma Îradeya Netewî û Destpêkek Nû

Ji ber ku em ne ji xwe bûn, em ne di destê xwe de bûn, hem fikren hem jî bedenen em girêdayî hêz, îdeolojî û berjewendîyên xelkên din bûn, em bi ser neketin.

Nûrî Çelîk

Salên 70-80î kela kela şoreşgerî û Kurdayetîyê bû. Xortên nûhatî û bixwehaybûyî gund bi gund digerîyan û gundî şiyar dikirin. 

Rojekê çend xortên PKKî diçin Mêrdînê gundê Mûsa Anter û lê dibin mêvan. Mesele tê ser şoreşgerî û Kurdayetîyê. Yek ji xortên rûniştî ji apê Mûsa re dibê:

-Apê Mûsa, tu zanî me ji sifirê dest bi şoreşgerî û Kurdayetîyê kir

Apê Mûsa lê dinêre, serê xwe dihejîne û dibê:

-Te di diya min nîho, ma tu zanî heta go me ji binê sifirê anî sifirê qûn li me qetiya.

Îcar wilo xuyaye piştî ked û xebatek 40-45 salî, piştî bedêlên mezin, piştî girtin, êşkence û kujtinên mezin, ne sifir lê em daketine binê sifirê û me di her warî de, di her astê de winda kiriye. Ne em di şerê çekdarî de bi ser ketin (PKK), ne jî di warê siyasî, çand û zimên de. Ne ji ber ku em ne jêhatî, ne fedakar û ne canfeda bûn bi ser neketin, na. Me bi mal û canê xwe xwe kir qurban û her fedakarî kir. Lê ji ber ku em ne ji xwe bûn, em ne di destê xwe de bûn, hem fikren hem jî bedenen em girêdayî hêz, îdeolojî û berjewendîyên xelkên din bûn, em bi ser neketin. Ji ber ku heta bi îro jî em li ser nav û hesabê xelk û îdeolojîyên dewletên din siyasetê dikin, em bi ser neketin.  Ji ber ku mejîyê me bi îdeolojîyên biyanî hatibû û hatiye dagîrkirin em bi ser neketin. Doh jî wilo bû, îro jî wilo ye. Yanî, em bûn her tişt lê em nebûn Kurd.

Li gor min, divê em kumê xwe deynin ber xwe, bifikirin, biponijin, bipîvin, biwezinînin, bi rê û rêbazek nû, ji sifirê û hetta ji binê sifirê dest bi Kurdayetîyê bikin. Dîrokê nîşanî me da ku bi kirasê kevn, bi hişmendî û hest û helwestên kevn serketin çênabe. Dîrok û konjonktora dinyayê nîşanî me dide ku divê em xwe biguherin û li gor şert û şirûtên cîhana îro xwe ji nû ve bihûnin. Ev jî bi kadroyên nû, bi serkêşîya xort û ciwanên nûhatî û pakij dibe. Kadroyên ku demekê ew jî xort bûn û di dema xwe de bedêlên mezin dan, divê rê ji xort û ciwanan re vekin û bêyî ku desttêwerdanan di nav xort û ciwanan de bikin, bêyî ku ji wan re bibin asteng, wek rûspîyên qenaetê, wek şîretkar û aqilmend li pişta wan bin. 

Çawa ku piştî salên 60î bi vekirina komele û dezgehên aşîkar dest bi xebatê hat kirin, îro jî divê em bi heman şêweyî lê ne li ser hesabê xelkê, li ser hesabê xwe gavan bavêjin. Kadro û xort û ciwanên ku birastî bi mejî hest û helwesta xwe Kurd in û Kurdayetî di xwîna wan de dijene, divê di bin sîwanek nû de, di bin sazî yan platformek nû de bicivin û bêyî ku îdeolojî, ol û fikrên xwe yên cuda bikin asteng, li ser esasê Kurd, Kurdî, Kurdistan bên ba hev. Platform, komele yan jî dezgehek bi vî awayî, ango dezgehek wek Platforma Îradeya Netewî îro ji me Kurdên Bakur re şert e. Dîroka me ya 40-45 salî bi me da xuyakirin ku partî û rêxistinên îro, rêvebir û kadroyên ku ev 40 sal in siyasetê dikin, ji derdê Kurdan re nebûne û nabin derman û ev partî û kadro êdî nikarin bersiva Kurdên Bakur bidin. Ji ber vê, komele, dezgeh yan jî platformek ku bi kadroyek nû karibe ji bo îradeya netewî bixebite û temsîla wê bike pêwist û şert e. 

Destpêkirina ji sifirê helbet dem û sebirê dixwaze. Jiyan û destpêkek nû di şevekê de nayê avakirin. Dem û wext faktora sereke ya destpêk û jiyana nû ye.

Ji bo destpêkek nû, ji bo em ji sifirê dest pê bikin, helbet divê kadro û xebatkarên vê dezgehê xwedîyê hinek nirx û xisûsîyetên taybet bin.

Ev kadro:

  1. Divê bizanibin bê çi dixwazin

Kadroyên nû divê di serê xwe de zelal bin, di armanc û siyaseta xwe de zelal bin. Ne dudilî, ne bi taswas bin. Bizanibin bê çi dixwazin û çi naxwazin. Kar û xebata xwe li gor rewş, şert û şirûtên ku tê de dijîn tayîn bikin. Xwedîyê taktîk (armancên nêzîk) û stratejîyê (armancên dûr) bin.  Kesên ku di daxwaz û armancên xwe de zelal û safî bin zû bi zû rêya xwe şaş nakin, hem bi mejîyê xwe, hem bi giyanê xwe rehet in. 

  1. Divê bi xwe bawer bin

Kadroyên nû divê bi xwe û îrada xwe, bi hest û helwesta xwe bawer bin û di bin bandora gotin yan propaganda kesî de nemînin. Divê di biryarên xwe de azad, serbixwe û xwedî îrade bin, desttêwerdana tu kesî qebûl nekin. Divê xwe li hember kesên din piçûk nebînin û bi kesên din nexapin. Divê xwedî perspektîf bin û bi plan û projeyên xwe bawer bin. Divê ji xwe dest pê bikin û ji guhertinan re vekirî bin.

  1. Divê guh bidin dil û mejîyê xwe

Kadroyên nû ji bo şaşîyan nekin, divê berî her tiştî guh bidin dil û mejîyê xwe û biryarên xwe bi îradeya xwe bidin. Divê li gor dil û mejîyê xwe nêrîna xwe bişopînin û ji biryarên ku dane netirsin. Dil û mejî navenda biryar, hest û helwestê ye, ew çi biryarê bidin divê bidin dû. Dil hest û helwestê, mejî hizir û hişmendîyê diafirîne. Guhdana wan zû bi zû berê meriv nade rêya şaş.

  1. Divê aqilmend bin

Ji bo meriv aqilmend be hewce nake meriv zanîngeh û akademîyan bixwîne.  Gelek caran serpêhatîyek ji zanîngehê zêdetir aqil dide meriv. Kadroyên nû divê ji her kiryarê, ji her bûyer û serpêhatîyê, ji her biryar û helwestê aqil û dersê bistînin. Rast e, aqil taca zêrîn e, lê gelek caran ew aqil di qoqê serî de hepis dibe û dixitime. Kadroyên nû divê ne bi aqilê xelkê, bi aqilê xwe û bi aqilmendî biryaran bidin. Divê pêşbîn bin, bi aqilmendî texmînan bişopînin. Plan û proje, rêxistin û hûnan mifteya serketinê ye. Û ev jî bi aqil û aqilmendî dibe. Kadoyên nû divê bi aqilmendî, bi hişmendî xebata xwe bihûnin. Divê hertim plana B û C di bêrîka wan de be.

  1. Divê dudilî nebin

Kadroyên nû divê di biryarên xwe de dudilî û bi taswas nebin. Heger pêwist bû, divê bi heval û dost û hogirên xwe bişêwirin. Divê di biryarên şaş de hêvîşikestî û aloz nebin, bêhêvî nebin û nekevin bohranê.  Biryarên şaş gelek caran rêya biryarên rast ji meriv re vedikin. Her insan kêmasîyan dike û biryarên şaş dide. A girîng ew e ku meriv ders û tecrûbeyan jê bistîne. Heger hûn di biryarên xwe de dudilî û ne ewle bin, ji derdora xwe bipirsin û guh bidin serpêhatî û nêzîkatîyên kesên din. Hûn dikarin ji şîret û gotinên wan motîvasyon û îlhamê bistînin. 

  1. Divê bi dîroka xwe re aştîxwaz bin

Gav û destpêkek nû nayê wateya avêtina paşerojê (rabirdûyê)! Divê kadroyên nû li paş xwe û dîroka xwe binêrin, bixwînin û dersan jê derxin.  Divê neyê jibîrkirin ku dîrok û paşeroj ezmûna pêşeroja me ye. Kesê ji dîrok û paşeroja xwe dersan nestîne û jê aqil negire, nikare pêşeroja xwe bibîne. Divê kadroyên nû naletê li paşeroja xwe neynin. Li vajayî wê, divê dîrok û paşeroja xwe, kiryar û serpêhatîyên mezinên xwe, şaşî û xeletîyên wan, başî û xirabîyên wan ji xwe re bikin guhar û têxin guhê xwe da ku rê li ber xwe winda nekin. Ji bo em pêşerojek nû ava bikin divê em bi paşeroja xwe re aştîxwaz bin.  Pirs û nirxandina dîrok û paşerojê wê me ber bi destpêkek nû û watedar ve bibe.

  1. Divê li nirxên xwe xwedî derkevin

Tiştên ku civakekê dike civak, yan jî milletekî dike millet, nirx in. Şerê bê ser û ber, siyaset û daxwazên şaş, armanc û projeyên dûrî daxwazên civaka Kurd,  çand û siyaseta dagîrkerên Kurdistanê, berjewendîyên cîhana kapîtalîst û emperyalîzma çep û rast, gelek nirxên me yên pîroz beravêtî û aloz kirin. Têkçûna nirxên milletê Kurd (wek ziman, çand, tore û adetên civakî, xîret û namûs û wekî din) têkçûna Kurdan bi xwe ye. Her millet bi nirxên xwe li ser lingan dimînin. Di serî de ziman, paraztin û xwedîlêderketina nirxên pîroz erka her Kurdperwerî ye. Ji ber vê, divê kadroyên nû xwedî li van nirxan derkevin, wan biparêzin, bidin paraztin û hewl bidin wan nirxên têkçûyî dîsa di nav civaka Kurd de zînde bikin. 

  1. Divê bêhnfireh bin

Dibêjin bi sebrê meriv dibe mîrê Misrê. Her çiqasî sebra zêde ne baş be jî, sebir û bêhnfirehî rê li ber gav û biryarên xelet digire û meriv ji kelecana bê ser û ber û ji biryarên anarşîstî  diparêze. Kadroyên nû divê di avêtina gav û biryarên xwe de bêhnfireh û bi sebir bin, bêyî ku li qencî û xirabîyê bifikirin yekser û rasterast biryaran nedin. Biryarên bi sebir û bêhnfirehî biryarên aqlêselîm in. Kadroyên nû divê li hember heval û dost û hogirên xwe, li hember endamên tevger û civaka xwe bi sebir û bêhnfireh bin. Bi bêhnfirehî li gazind yan daxwazên wan guhdarî bikin, bi tolerans bin û wek ferdekî civaka xwe tev bigerin. Xwe di ser civakê re nebînin, pirsgirêkên civakê pirsgirên  xwe, şîna civakê şîna xwe û kêfa civakê jî wek kêfa xwe bibînin.

  1. Divê netirsin

Gavavêtin, xebat û destpêkek nû di serî de bi xwe re xof û tirsê, dudilî û erênayê, bahwerî û nebahwerîyê, biryarên erênî û neyênî tîne. Ev rewş dikare bi xwe re newêrekî û teslîmîyetê, bêhêvîtî û şikestinê jî bîne. Divê meriv nehêle ev yek meriv hêsîr bigire û meriv ji dozê, ji kar û xebatê dûr bixe.  Gelek caran rastî jî meriv ditirsîne û dixapîne. Lê gava meriv bi rastî û heqîyê re rû bi rû bimîne, dibîne ku tirs û xof, zext û newêrekî tenê xapandin û çavtirsandin e. Divê kadroyên nû nehêlin ku tirs û xof, zext û gef zora wan bibe. Heger meriv li ser rêya rast be û doza heq û hiqûqekî gerdûnî bike, tiştekî ku meriv jê bitirse tuneye.  Tirs nîşana têkçûn û mirinê, wêrekî û cesaret jî nîşana zîndebûn û jiyanê ye. 

  1. Divê li pêşîya xwe binêrin

Dibêjin tiştê çû nedin dû. Yan jî tiştê çû nema dizîvire.  A girîng ew e ku meriv ji paşeroja xwe, ji tiştên çûyî ders û aqil bistîne, şaşî, xeletî û kêmasîyan dubare neke û berê xwe bide pêşerojê, bide rojên nû, bide destpêkên nû.  Kadroyên nû li şûna ku li paşerojê bifikirin û wextê xwe bi tiştên çûyî derbas bikin, divê giranîya xwe bidin destpêkek nû û kar û xebatên ku wê pêşerojê bên kirin.  Divê nehêlin ku paşeroj jiyana wan a pêşerojê reş û aloz bike. Ji bo wan divê paşeroj ji bo pêşerojê dibistan û zanîngeh be. 

  1. Divê dostan zêde bikin û dijminan kêm bikin

Kadroyên nû divê karibin dost û dijminan baş nas bikin û wan ji hev derxin. Divê ji Kurdan re dostan zêde bikin û dijminan kêmtir bikin. Bi dan û stendin, bi siyasetek maqûl, bi daxwazên maqûl karibin doza maf û heq û hiqûqê milletê Kurd bikin û wan bidin qebûlkirin. Dostên Kurdan kêm in û dijminên wan zêde ne. Çi bi dan û stendinên herêmî û civakî bin, çi bi yên cîrantî û navnetewî bin, têkilîyên dostanî û qezenckirina dostan ji bo pêşeroja Kurdan wê bibe wesîleya derfet û destketinên baş. 

    12- Divê xwedîyê siyasetek serbixwe bin

Kadroyên nû divê li gor rewş û şert û şirûtên ku tê de dijîn, siyasetek serbixwe, siyasetek bê wesayet û bê îcazet bimeşînin. Divê siyaseta xwe li gor pêwistî û şertên Bakurê Kurdistanê bi rê ve bibin. Xwedîyê siyasetek herêmî ( ji bo bakur) û siyasetek giştî (Kurdistanî )bin. Di siyaseta xwe de divê ne di bin wesayeta tu partî û hêzan de bin û ji tu partî û hêzan îcazeta xwe nestînin. Yanî, bi destûra tu partî û hêzan siyasetê nekin. Brayetî cuda ye, dostanî û dilxwazî cuda ye. Helbet em û Kurdên seranserê Kurdistanê bra ne, partîyên wan partîyên bra û dost in. Lê wek dibêjin, bra bra ye, bazar cuda ye. Divê her partî, dezgeh yan rêxistin desttêwerdanan di nav kar û barên hev de nekin, rêzê ji hev re bigirin û li ser esasê berjewendîyên giştî bi hev re têkildar bin.  Divê kadroyên nû di siyasetê de neyartî û dijminatîya tu hêz û partîyên Kurdistanî nekin, divê karibin başîyên wan payedar û şaşîyên wan jî bi zimanekî dostane rexne bikin.

Û gelek nirx û xisûsîyetên din…

Wek min li jor jî got, destpêkek nû, komele yan platformek  ku karibe îradeya milletê Kurd ji nû ve zînde bike û rake ser xwe şert û pêwist e. Fikir, bahwerî, ol û îdeolojîya wan çi dibe bila bibe, kesên ku şîara Kurd, Kurdî, Kurdistan ji xwe re kiribin armanc divê di bin sîwanek netewî de kom bibin. Di bin wê sîwanê de divê şerê îdeolojî û partîtîyê neyê kirin, tenê xebat û tekoşîna Kurdayetî û Kurdperwerîyê bê bikin. Nav Platforma Îradeya Netewî dibe, Destpêka Nû dibe, yan navekî din dibe zêde ne girîng e. A girîng gavavêtin û destpêk e. 

Back to top button