PolîtîkRojev

PKKê êrişî xaleke Pêşmerge kir

Qeymeqamê navçeya Amêdiyê Warşîn Salman ragihand ku gerîlayên PKKê li devera Kanî Mase, êrişî xaleke kontrolê ya Hêzên Pêşmerge kirin û di encamê de pêşmergeyek birîndar bû.

Qaymeqamê Navçeya Amêdiyê Warşîn Selman ji Rûdawê re ragihand ku êvara îro li sinorê nahiya Kanî Masê, gerîlayê PKKê, li sînorê nahiya Kanî Masê gule li xaleke kontrolê ya Hêzên Pêşmerge reşandin.

Warşîn Selman da zanîn ku di encama êrişê de di encamê de pêşmergeyek bi sivikî birîndar bûye.

Ji aliyê din ve Parêzgarê Duhokê Elî Teter jî li ser êrîşa îro P ragihand, “Di encama êrişa gerîlayên PKKê li ser cihê geştiyariyê li devera Bamernê ya parêzgeha Duhokê de, 2 zarok canê xwe ji dest dan û yek jî birîndar bû. Di encama zordariya PKKê û siyaseta wê ya çewt de nêzîkî 330 gundên parêzgeha Duhokê hatinevalakirin û xelkê wan gundan zêdetirî 30 sal in ji gundên xwe bêpar mane û qurbaniyên îro jî ji wan gundan in ku di encama siyaseta PKKê de, ev zêdetirî 30 sal in gundê xwe vala kirine.”

Parêzgarê Duhokê di daxuyaniya xwe de ew êrîş şermezar kir û got, “Dixwazin şerê xwe bînin nav gund û bajarên Herêma Kurdistanê bikin û bi vî awayî têkçûna xwe ya leşkerî û siyasî veşêrin.”

Êvara îro Pêncşemê li Amediyê di encama êrişekê de 2 kesan canê xwe ji dest dan û 2 kes jî birîndar bûn.

Dijî-Terora Kurdistanê di daxuyaniyekê de ragihand, di encama êrişeke mûşekî ya PKKê de li devera sînorî ya gundê Eredna ya nahyeya Bamernê navçeya Amêdî ya parêzgeha Duhokê 2 kesan canê xwe ji dest dan û 2 kes jî birîndar bûn.

Mixtarê gundê Zewa yê navçeya Amêdî ya parêzgeha Duhokê Birqî Omer berî daxuyaniya Dijî-Terora Kurdistanê ji Rûdawê re ragihand, êriş bombebaran bû û ji aliyê firokeyên Tirkiyê ve hatiye kirin, di encamê de 2 kesan canê xwe ji dest dan û 2 kes jî birîndar bûn.

Li gor zanyariyên bi dest Rûdawê ketine nasnameya du kesên ku canê xwe ji dest dane Yûsif Kovan ê 14 salî û Avend Hişyar in.

Back to top button