Nivîsar

PKK wezîfeya xwe dike ya em çi dikin

Bi rastî şirovekirina hin kiryar û biryaran bi ilm nayê îzah kirin. Mesela destkeftinên Başûrê Kurdistanê û pêşketinên li wêderê di çavê dost û dijminên gelê Kurd de bûye pîj û kelem. Tirsa herkesî ewe ku li başûr dewletek serbixwe avabibe û Kurdistan di dilê wan de bibe xincer. Ne tenê xincer, hetta bibe sing û li ser kezeba wan bisekine.Niha meriv helwesta dijmin fêhm dike, tirsa dijmin fêhm dike. Lê Kurdên ku li ser navê Kurdan diçêrin û qaşo xwe wek berdevkê wan dibînin çima ji Kurdistanek serbixwe ditirsin, ciyê pirs û fikrê ye.

Mesele KCK û nemaze jî Cemîl Bayik. Kerem kin û daxuyaniya Cemîl Bayik bixwînin. ‘’Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik di qebûlkirina oldarên Başûrê Kurdistanê de diyar kir heta ku Başûr di bin tehdîda DAIŞ’ê de be wê gelê Kurd biparêzin. Bayik ji bo aliyê Başûr yên ji hebûna gerîlayan nerehetin jî got: “Em ne desthilatdariyê, îradeya gel dixwazin. Em ji bo ku gelê me bibe xwedî îrade û xwe bi rê ve bibe têdikoşin.”
Cemîl Bayik ji roja pêşîn de li dij başûrê Kurdistanê tevdigere û bi zimanê dewleta Kemalîsta Tirk û Îrana îslamîst diaxive. Kêfa dagirkerên Kurdistanê tîne û rûn li ser nanê wan dike. Ez ê wek mediya PKKê ji Cemîl Bayik re nabêjim “Xayîn û Alçax”. Ev ji ehlaqê me dûr e.

Herçendê helwest û zimanê go Cemîl Bayik û hevalên xwe bikartînin ne başe jî, bela esil Kurd e û îro li ser navê beşek ji Kurdan siyasete dike, emê xwe neynin mêza wî ya xerabkar. Helbet dîtin û nerîna her Kurdekî ne weke hev e, nikare bibe wek hev jî. Lê ev nayê wê maneyê ku wê Kurd di her fersendê de êrîşî Kurdistana azad bikin û kêfa dijmin li me bînin.

Mesela em dibên; Kerkûk dile Kurdistanê ye? Gelo PKK ji Tirkiyê, Iraqê, Sûrîyê û Îranê diwêre bêjin:” Kerkûk Kurdistane û wê Kurd bimîne?”. Yan PKK diwêre li Amedê, li Qamişlo û Mahabadê bêje:”Amed, Qamişlo, Mahabad Kurdistane û wê Kurd bimîne?”. Gelo wê dewletên dagîrker çi bînin sere PKKê hûn zanin?

Lê PKK bêygo rûyê xweyî reş weşêre, pêşî dilê Kurdistanê (!) Kerkûk, bi gotina ‘Kerkûk ne tene ya Kurda ye, ya temamê gelen Kerkûkê ye’ wezîfeya xwe ya pêşberê Îran, İraq û Tirkiyê bi cî anî. Û dure, dest avêt Şengala birîndar û bi avakirina meclîsa Kantona Şengal a xweser xwest rizgarkirina Şengalê têk bibe. Heman PKK go nikaribû Kantona Şengalê avabike hewl da Êzîdiya bîne himher hev, bi şandina 1000 êzîdiyê go çûn nav milîsên şiîyê Îran û İraqê desthilatdariya Kurdistanê têxe zorê û bi vê rê jî nearamiye têxe herema Şengalê.

Belê, serokên Konfederasyona Civakên Kurdistanê (di Kurdistanê de ji xeynî milletê Kurd çend civak hene hê jî min fêhm nekiriye) di temamê hevdîtin û daxuyaniyên xwe yî dawîyê de dîsa wek dem û dewranên berê meselê dibin û tînin li ser netew-dewletbûnê disekinînin. Tu dibê qey tu îş û karê wan, tu pirsgirêkên wan nemane ji xeynî dewletbûna Kurdên başûr pêve û ev jî wek pîjekî di çavê wan de radibe.
Em dibên, xwedê bike Iraq bibe 101 parçe û ji KCKê dipirsin ma dewletbûn ji xelkê re adet lê ji Kurdên mazlûm re qebhet e?

Divê baş bê zanîn ku, wê PKK heta bi heta ev PKK be. Ya mihîmtir ji vê rastiyê ewe ku; heta partî, kesayet û hêzên li derveyî PKKê xwe nekin yek û nebin yek dil û yek deng, heta em berjewendîyên kesayetî, malbatî û rêxistinî daneynin alîyekî û bi hestek netewayetî xwedî li doza xwe dernekevin, emê her û her têk biçin, bihilin, bimihin û ji bahweriyê bikevin. Ev jî xizmeta çi û kê dike? Em bixwazin nexwazin xizmeta xurtbûna PKK û ya xeta li dij netew-dewlet xwaza dike, xizmeta bêalternatîfbûna tevgera Kurd dike, xizmeta nêzîkbûna PKK û dijminên Kurdistanê dike û di encamê de meydanê ji xêrnexwazên doza Kurd û Kurdistanê re xweş dike.

Werin em bi hev re ji xêrnexwazên netew-dewleta Kurdistanê re bejin STOP!!!

Nûrî Çelîk/Dewletxwaz

Back to top button