Nivîsar

PKK rojavayê Kurdistanê radestî Rejima esad dike

Endamê rêveberiya PYDê Aldar Xelîl li gel Rojava TV hevpeyvînek çêkir û di vê hevpeyvînê de behsa projeya PKKê di derbarê rojevayê Kurdistanê de dike. Xelil bi zelalî stratejiya PKKê ya li gel rejima Suriye têxe rojevê û di vê çerçoveyê de behsa ` Lihevkirina Rêveberiya Xweser û hikûmeta Şamê` dike.

Aldar Xelîl dibêje ku, hikûmeta Sûriyê heta niha jî li qada navdewletî xwedî meşrutiyetekiye ye û nûnertiya xelkê Sûriyê dike. Xelil got: Hin herêmên Sûriyê di bin serweriya hukumetê de ne. Ji bo em bigihêjin çareseriyê, divê rêkeftin bi hikumeta Şamê re pêk were.

Aldar Xelil behsa civînên Genev ji bo nivîsandina destura Suriye dike û dide xûyakirin ku ,ev hewldan ser nakevin. PKK dibêje ku divê çareserî li gel rejima Suriye be ne li Geneve be.

Aldar Xelîl diyar dike ku, divê “em wekî welatiyên Sûriyê li hev bicivin û çareseriyan pêşkêş bikin û bigihijin formeke çareseriyê ji bo hemû dozên li Sûriyê.”

Herwiha Aldar Xelîl amadebûna Rêveberiya Xweser û PYDê ji bo diyalogeke rasterast a bi rejîma Sûriyê re ragihand, “beyî ku biçin Genêvê yan jî deverên din.”

Niha tevgera girêdayî PKKê li Suriye û rojavayê Kurdistanê li ser du rûyekiye. Demekî fermandarê HSDê Mazlûm Ebdî bi pişgiriya DYA di derbarê yekrêziya kurdan li rojavayê Kurdistanê peyamên erênî dan û di çavderiya DYA yê de di navbera ENKSê û PYDê de hevdîtina destpêkir û ev yek ji aliye xelkê Kurdistanê û gelek aliyên siyasî ve gelek bi erênî hate dîtin û herêma Kurdistanê jî pişgiryek bi hêz da van hewldanan.

Lê herdemî bi şik li van hevdîtina dihata nûrîn. Ji berk u PKK li dijê van hevdîtin û pêkanina yekrezîyekî di navbera Kurdên rojavayê Kurdistanê de bû.Herweha tecrûbeya Hewler1,Hewlêr 2 û paymana Duhok ber biçavan bû.

Dihat gotin ku, eger PYD ji bo berjewendiya Kurda li rojava ji bandora siyaseta PKKê derkeve û bi îradyek azad tevbigere ,dê ev yekrêzî pêkwerê. Lê  PYDê nikarî vê yeke bike û bi awayekê Mezlum Ebdî jî hete tesviyekirin. Niha Aldar Xelil wek berdevkê PKKê daxûyaniya dide.

Tê zanin ku roja ewil rejima Suriye çekdarên PKKê anin rojavayê Kurdistanê û hêzên xwe kişandin û dever radestî PKKê kirin. Lê dema pêwendiyên Amerikayê li gel PYDû û HSDê çêbûn û Amerika arikariyek leşkeri da HSDê,hindikbê jî hêviyek çûbû ku, mimkine yekrêziyek di nava Kurdan de pêkwerê. Lê tişta ku dixweyê PKK pehînek li vê yekrêziyê da û niha xwe amade dike ku rojavayê Kurdistanê radestî rejima Suriye bikin yan jî di bin navê “Çareseriya Demokratik“ de dagirkeriya Suriye li Kurdistanê meşru bikin.

Ji berî Aldar Xelil hevserokê PKKê Cemil Bayik jî gelek bi vekirî behsa yekitiya Kurd û Ereba dike û di vêçerçoveyê de gotibû, gerek PYD li gel rejima Suriye li hevbike û em nikarin xiyanetê li Bişar Esad bikin.

Niha herkes merak dike ku, di vê pêvajoyê de rewş çewe dibe. Rusaya û rejima Suriye siyasetek hevbeş rêve dibin û Rusya dixwaze HSD û hemû çekdarên PYDê xwe rdestî rejime bikin û bibin milîsê rejime li deverê. Armanca Amerika û welatên hevpeyman şerê li dijê DAÎŞê ye û heta bikaribin di vê çerçoveyê de pişgiriya HSDê bikin. Tirkiye vekirî hewldide cardin bi rêya gurubên çekdarên pêve girêdayî êrîşê hinek deverên rojavayê Kurdistanê bike.

Ji berî niha Amerika rê da Tirkiye û Tirkiye êrîşê Serêkaniyê û Girê Sipî kir. Tu berxwedanek berbiçav nebû. Tirkiye ew dever vegirt û cardin bi hezara Kurd bûn penaber û çekdarên girêdayê Tirkiye li herêmê zilmek mezin li Kurda kirin. Eger rojek ji rojan Amerika rê bide, dê çarenûsê gelek deverên rojavayê Kurdistanê wek Serêkaniyê lê werê.

Dê pêşerojê de rolê ENKSê çibe ne zelal e. Tişta ku dixweyê ENKS ji bo yekrêziyê erke xwe baş pêkanî, lê nebû. Niha pûvajoya li pêşîya me de ,ENKS ji bilî pêwendiyên derve dê li ser axa rojavayê Kurdistanê çi bike ne zelale. Herweha Pêşmergeyên Roj di pêşeroja rojavayê Kurdistanê de heta çi radeyê bibe xwedî bandor jî ne kifşe.

Rastî problemek mezin û pûvajoyek tarî li rojavayê Kurdistanê dixweyê. Ji berk u bi tu awayî bi mejiyê PKKê li tu deverî di berjewendiya Kurdan de çareserî pêknaye.

Gotinek dimînê k udi vê qonaxê de mirov beje: Eme biêopînin û binûrûn ka dê çi bibe…

2.11.2011

Nêrîn/Şirove

N.Firat/Rojevakurd

Back to top button