Polîtîk

PKK rê nade eniyek li dijê Îranê bê avakirin

Hevserokê KCKê Cemil Bayik di derbarê vekişandina hêzên Amerikayê ji Suriye û bûyerên Rojhilata Navîn li gel Medya Haberê axivî.
Bayik di axavtina xwe de dibêje: Pirs nepirsa man an neman a Esed e. Pirs liser bîngehê demokrasiyê avakirina nû ya Sûriye ye. Jiber ku Sûriye nikare bibe Sûriye ya berê. Piştî şerê 7 salî, Sûriye divê liser bîngeha demokrasiyê û sistema azadiyan were avakirin.
Amerika dixwaze Rojhilata Navîn di çarçoveya berjewendiyên xwe de rêkbixe. Lê bi astengan re berbiçav tê, PKK mezintirîn astengî ye. Ligor xwe pirsgîrêka Îranê jî heye. Ya xûya dike ew e: Amerika dixwaze Tirkiye, Iraq û Kurdan bikşîne aliyê xwe. Li hember Îranê wan bixe nav tevgerê. Lê, li vir bi astengiya PKK re berbiçav tê. PKK nahêle Kurd bi tevayî dinav vê eniyê de cîh bigrin. Amerika vê yekê dibîne û dixwaze vê astengiyê ji holê rake. Ger di 5ê Mijdarê de hemberî Îranê û 6ê Mijdarê hemberî PKK biryaran digre, girêdayiya van biryaran eşkeretir dibe”.

Back to top button