Civak

PKK nikare hêzekî li başûr ava bike

Sekreterê Giştî yê Wezareta Pêşmerge Cebar Yawer radigihîne, bi sedema şerê PKK û artêşa Tirkiyê 450 gundên Herêma Kurdistanê vala bûne û avakirina hêzekê ji aliyê PKKê ve şaşîtî ye û ne yasayî ye. PKK opozîsyona welatekî din e û parastina Herêma Kurdistanê tenê erkê Pêşmerge û hêzên ewlehiyê yên ser bi Wezareta Navxweyî va ye.

Cebar Yawer ji televizyona K24ê re ragihand, bombebaran û topbarana sînorên Herêma Kurdistanê ji aliyê Tirkiye û Îranê ve, bi sedema hebûna hêzên opozîsyona wan welatan li ser sînor e, ev babeteke serweriyê ye û divê hikûmeta Iraqê bi wan welatên cîran re li ser derbaskirina sînor guftûgoyan bike, ji ber ku li gor destûra Iraqê, Herêma Kurdistanê nikare li ser sînor guftûgoyan bi welatan re bike.

Cebar Yawer got: “Aboriya Herêma Kurdistanê bi her du welatan Tirkiye û Îranê ve girêdayî ye, ji ber wê hebûna aloziyan li ser sînor pirisgirêkan ji welatiyên Herêma Kurdistanê re dirust dike. Ji ber şerê PKK û artêşa Tirkiyê heta niha 450 gundên Herêma Kurdistanê vala bûne, xelk nikare vegerin ser mal û zeviyên xwe. Di vê dawiyê de jî çend welatî jî şehîd û birîndar bûn, ku ti pêwendiya wan bi şerê PKKê û Tirkiyê ve nîn e. Divê ew her du alî têbigihin ku bikaranîna sînorê Herêma Kurdistanê li dijî welatên cîran, dibe sedema têkdana rewşa ewlehiyê û welatî dibin qurbanî. Divê têbigihin ku nabe xaka Herêma Kurdistanê ji bo lêdana welatan bikar bê, belkû divê bi xwe wê yekê li ber çav bigirin, ji ber ku ezmûna Herêma Kurdistanê ji beşên din ên Kurdistanê re dibe sûdek.”

Herwiha derbarê pêwendiyên Wezareta Pêşmege û PKKê de Cebar Yawer got: “Ti pêwendî û hemahengî di navbera Wezareta Pêşmerge û PKKê de nîn e. Pêşmerge hêzeke fermî û yasayî ya Herêma Kurdistanê ye û yasa rê nadin ku pêwendî bi opozîsyona welatên din re bên girêdan. Em dixwazin pirisgirêkên hêzên Herêma Kurdistanê çareser bikin û hemû hêzan di çarçova Wezareta Pêşmerge de rêk bixin û di kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê de reformê di Wezareta Pêşmerge de encam bidin.”

Yawer herwiha avakirina hêzêekê ji aliye PKKê va li Herêma Kurdistanê weke karekî şaş û ne yasayî da zanîn û wiha got: “Ev şaşîtiyeke PKKê ye. Li Herêma Kurdistanê hikûmet û parlemanto heye, hêzên Pêşmerge û hêza navxwe hêzên fermî yên Herêma Kurdistanê ne û kar erkê wan bi yasayê hatine rêkxistin. Herêma Kurdistanê bi hêzên fermî tê parastin, nabe ti hêzek li derveyî Hikûmeta Herêma Kurdistanê bê damezirandin. Çawa dibe hêzeke opozîsyona welatekî din be û bibêje Herêma Kurdistanê diparêzin?”

 

Back to top button