Polîtîk

PKK li Bakur hêzên parastinê pêktîne?

Li Cizîrê grubek alîgirên PKKê bi navê tevgegera ciwanên welatparêz remresmek pêkanîn di vê rewrismê de alên PKK û weneyên Ocalan hebûn.

Roja yekşembê evarê li Cizîrê rewresmekî de ragihandina hêzên asayîşê hate kirin. Weneyên vê rewrismê cara yekem ji aliyê rojnama Zaman a Tirkî ve hatin weşandin. Herweha hinek ajansên nêzikî PKKê jî av nûçe belav kirirn.

Li ser vê bûyerê rojnemevana ji hevserokê BDPê Selahattin Demirtaş pirsîn. Demirtaş dibêje: Rastiya vê çîye , ev kînin , armanca wan çîye? Em nizanin. Emê di vê derbarê de lêpirsînekî bikin. Dema me zanî çîye emê daxuyaniyekî bidin raya giştî. Lê niha tu bernameyek gencên kurdan bi vî awayî tuneye. Herweha hewcedariyek jî bi vê yekê tuneye.
 
Demirtas da xuyakirin ku, di vê dema pêvajoya aşitiyê li rojevê de ye, ev tiştên holê ne di rêdeye. Ev rê li ber aşitiyê venake.

Ji aliyek din be bi navê PKKê Zekî Şengalî di Nûçe TV de di derbarê vê pirsê de axivî û got: Tişta ku gencan li Cizîrê pêkanî ne biryarek ya PKKê ye, mimkine van gencan bi insîyatifa xwe ev yek kiribin.

Bi daxuyaniya Şingalî mirov tê digêhe ku ev bi zanebûna PKKê çêbûye. Ji ber ku ji berî niha jî hinek berpirsên PKKê behsa hêzên parastinêkirine. Tê zanîn ku PKK dixwaze  hêzên asayîşê li Kurdistanê pêkbînin. Da ku siyasete bi tirs li ser xelkê herêmê  bikin berdewam be.
Di vê derbarê de PKK tiştekî BDP jî tiştek din dibêje.

Gencên PKKê li ser rêya Cizîrê û Hezex rê girtin û xwestin ku xelkê kontrol bikin. Lê polisan midaxele kir. Di encam de polisek boirindar bû. Bûyer li hinek taxên Cizîrê demekî berdewam kirin.

Gelo ev bûyer encama çîye? Ev bûyer jî nayê wateya sabote kirine pêvajoyê. Gelo cardin destên tarî di nava PKKê de xwe dileptînin? Di serî de BDP lazime bersiva van pirsan bide. Wek din behs kirina pêvajoya sekinandina şer tenê dê bimînê gotinê de.

Back to top button