DosyaRojev

“PKK her tiştekî li dijê Kurdistanê dike,tişta ku nake nikare”

Nasandina PKKê ji bo Tevgera Azadixwaza Kurdistanê gelekî girîng e. Pêwîste her kesek û taybetî aliyên siyasî divê behsa ratiya vê rêxistinê bikin.Hetq ku mirov behsa rastiya PKKê nekê her derewa wan heta demekî wek rastiyek di navaxelkekî de tê qebûlkirin.

Di beşa nehemîna pirtûka bi navê Barzanî û Tevgera Rizgarîxwaza Gelê Kurd ku ji aliyê Serok Barzanî ve hatiye nivîsandin, behsa rola wêrankera PKK’ li herêma Kurdistanê hatiye kirin.

Serok Barzanî di vê beşa pirtûka xwe de dinvîsîne, pirsgirêka PKK’ê ya sereke ewe ku xwe wekî cîgirê hemû partiyên Kurdistanî dibîne û ji bo berjewendiyên xwe her cure reftaran bi kar tîne, piştî serhildana 1991’an ji bo PKK’ê zehmet bû ku serkeftinên mezinên gelê kurd mêze bike.

Serok Barzanî di rûpela 193 a pirtûka xwe de dibêje, piştî hilbijartinên 19ê Gulana 1992an û damezrandina Hikûmeta Herêma Kurdistanê, PKK’ê çendîn kes li Ewropayê kom kir û li derveyê Kurdistanê parlamento bi navê “KNK’ê” ava kir, merema PKK’ê ji vê yekê bi tenê kêm kirina senga parlamentoya yasayî û şerî ya Kurdistanê bû û dest bi parvekirina propagandayên dijî Herêma Kurdistanê kir. Di vê dijatîkirina xwe de jî foksa wana sereke li ser PDK’ê bû. Ji ber ku wê demê û piştre jî PDK’ê weke astengeke mezin li ser rêya xwe dihesibînin.

Barzanî dibêje, raste berê jî pêwendiya wan bi PDK’ê re hebû, lê PKK’e her kesê ku wek wan nefikire wek dijmin dihesibîne, tevî ku têkilya wan pê re hebû jî. PKK’ê têklî bi hin wlatên dije berjewendiyên Kurdistanê hebû. Hejmareka herî zêde a rêveberên PKK’ê ne Kurd in. Ew tim di xizmeta Hikûmeta Sûriyê de bûn û ferman û biryarên îstixbarata Sûriyê cîbicî dikir. Me gelek hewl da ku destwerdanê di karûbarên Herêma Kurdistanê de nekin, bi devkî razî bûn, lê belê bi piratîk her tişt li dijî Kurdistanê dikir. Ya ku nekirî jî, ev bû ya ku nedikarî bike. 

Barzanî di beşeke din ya pirtûka xwe de amaje bi bûyereke dina dîrokî kiriye û gotiye, di dema danûstandinên ligel Bexdayê de, hatûçûneke zêde hebû, rojekî li dema civîna Bereya Kurdistanî li Şeqlawa xeber ji me re anî ku li geliyê Mîrawa teqe heye, pişt re derket kadroyekî leşkirî yê YNK’ê yê bi navê Tehsîn Kawanî, ji bo ku bizanibe çiye û yên teqê dikin kîne, serdana cihê gulebaranê kirbû. Ev kadroyê YNK’ê çendîn caran bangî wan teqekeran dike lê kes berisva wî nade, wî jî teqe kiribû û hin kes ji teqekeran kuştibûn. Paşê Mam Celal ji min re got: “tê bîra te dema min bûyer ji te re gotî?” min got erê. Wî got: “wê demê min nexwest ji te re bêjim. Ew yekîneyek PKK’ê bûn. Bi alîkariya grûpeke meya kurdî hatibûn ku we teror bikin.” min jê bawer kir ji ber ku ez dizanim tiştên wiha ji wan ne dûrin

Back to top button