Polîtîk

PKK gefa derxistina kesûkarên Pêşmergeyên roj dike

PKK bi rêya baskê xwe yê li rojavayê Kurdistanê PYDê ve gefa derxistina kesûkarên Pêşmergeyên roj li rojavayê Kurdistanê dike.Li gor zanyariyên ku BasNewsê ji rojavayê Kurdistanê ve bidestxistiye, duh 15.03.2017ê heta naha asayîşa PYDê beşek ji malbat û kesûkarên endamên Pêşmergeyên roj bang kirine û ji wan re gotine eger kesûkarên wan dest li Pêşmergetiya roj bernedin, dê wan ji rojavayê Kurdistanê derbixin.Vê derbarê de endamê rêveberiya encûmena niştimaniya kurd li Sûriyê (ENKS)ê Îmad Birho ew zanyarî piştrast kir û ji BasNewsê re ragehand, bajarokê Rimêlanê gelek bîrên neftê hene, PYDê hemû ew kes derxistine ku di wan kargehan de karker bûn û kesûkarên wan di nav Pêşmergeyên roj de bûn. Herwaha got: ‘’PYDê fişar xistiye ser xelkê, ji wan re gotiye yan kesên xwe di nav Pêşmergeyên roj bikşînin, yan jî dest li rojavayê Kurdistanê berdin û biçin.’’Li gor zanyariyên BasNewsê PYDê hejmarek hemwelatî girtine û beşek ji wan ji bajarê Dêrîkê ne, herwaha di nav wan de Ehmed Telho û kurê wî yê bi navê Îbrahîm girtine, ku rûniştvanên gundê Şekir Xac in û ji ber kur û birayên wan di nav Pêşmergeyên roj de ne hatine girtin. Herwaha Eyub Fars ê li sînorê bajarê Dêrîkê û Nûredîn Izedîn Qasim ê gundê Kelhê ya ser bi Dêrîkê hatine girtin.
Back to top button