Polîtîk

PKK bûye darê destê xelkê

Cîgirê Serokê Komîteya Navxwe û Asayişê ya Parlemantoya Kurdistanê Nazim Herkî dibêje, PKK bûye darê destê xelkê û li dijî Başûrê Kurdistanê kar dike, lewma jî divê bi ciddî bersiva wê bê dan da ku binpêkirinên din neke.Nazim Herkî ji malpera KDP.info re ragihand: “Ew revandin û reftarên ku PKK li Herêma Kurdistanê dike, em wek binpêkirinê dibînin. Dixwazin tevliheviyê têkdanê li deverê çêbikin. Lewma jî divê bi hemû awayekî hewla nemana wan binpêkirinan bê dan û PKK bi xwe de biçe da ku nebe sedema derketina pirsgirêkan.”Herkî wiha got: “PKK bûye darê destê xelkê û li dijî Başûrê Kurdistanê kar dike, lewma jî pêwîst e bi ciddîtir bersiva wê bê dan, ji ber ku nabe ew binpêkirinan bikin û ew karên wam bibin sedema têkdana aramiya Herêma Kurdistanê. Diyar e ew karê wan bo jî bo tîkdan û levliheviyê ye. Tevî ku em şer naxwazin û şerê navxwe li ser destê Serok Barzanî hatiye heramkirin, lê divê Hikûmeta Kurdistanê PKKê rawestîne, da ku meramên wan neçin serî.”

Back to top button