PKK berjewendiyên hizbî difikire
Bangewazî ji bo hemû gelê Me yên Niştimanperwer li seranserê Cîhanê
Gelê me yên hêja û bi rûmet
Bûyerên vê dawiyê yên deverên Zûmar û Şingalê her wiha ew trajediya ku hat serê xûşk û birayên me yên êzîdî dilê mirov dêşîne.
Gelê Kurd li seranserê Kurdistanê ji bo piştgiriya kurdên êzîdî û protestokirina êrişên DAIŞê li dijî Başûrê Kurdistanê û êzîdiyan xwepêşandan dikin, ji bo yekrêzî û yekîtiya gelê Kurd bi rakirina ala Kurdistanê û siloganên niştîmanperwerî dengên xwe digihênin hemû xelkê Cîhanê.
Lê mixabin alîgirên PKK ê tenê li berjewendiyên hizbî difikirin, ji berjewendiyên netewî zêdetir ew li berjewendiyên partîtiyê difikirin û bi rakirina wêne’yên rêxistinên girêdayên PKKê fêdeyê bibîne û ji bo vê yekê jî dixwaze desthilatdariya xwe li ser xelkê ferz bike û armanca PKK ji wê yekê ewe ku xelk bêje, “binêrin tenê PKK alîkariya Kurdên Êzîdî dike.
Em Bang li hemû gelê Kurd li seranserê Cîhanê dikin bi rakirina Ala Pîroz Kurdistanê û bi siloganên Netewî piştgiriya xûşk û birayên me yên êzîdî û Pêşmergên Kurdistanê bikin ,her weha li dijî van lîstikên qirêj derbikevin.
BIJÎ KURD Û KURDISTAN
Tevgera Şoreşgerên Araratê
15ê Tebaxê 2014 an