Civak

Pizîşkên Kurdistanê: Korona bi yekcarî ji nav naçê

Pîsorekî dermansazê Kurd dibêje şewba Korona û hîç şewbeke din bi yekcarî ji nav laş û cesteyê mirov da ji nav naçê û her dimîne. Pîsporekî nexweşiyên henav û sîng jî dibêje, ewên qelewin zêdetir tûşî Korona û çend nexweşiyekî din jî dibin.

Doktore Kenar Fazil Pîsporê Dermansaz di dema beşdarkirina bernameya “Studyo 19” ya tora medyayî Rûdawê ragihand, “Şewb wekî bakteriya nîne ku bi dijî bakteriya bi yekcarî ji nav laşê mirov de nemîne, ne şewba Korona û ne hîç şewbeke din bi yekcarî li nav laşê mirov da ji nav naçê û her dimîne. Lê belê ewê dimîne paşmaya şewbê ye û hêza bergiriya laş dibine sedema wê yekê ku metirsî li ser kesekê nebê”.

Her li vê bernameyê da ew dû pizîşk behsa peywendiya di navbera qelewî û Koronayê kirin. Doktore Kenar Fazil balkişand li ser wê yekê “Li gor amarên rêxistina tendirustiya cîhanî, heta sala 2016 ku wê demê hejmara nîştecihên cîhanê 7.4 milyar kes bû 1.9 milyar kes kêşa wan jî zêdeye 650 milyon kes jî qelewin. Wate %25ê nîştecihên cîhanê qelewin û %10ê nîştecihên cîhanê jî gelek qelewin û ew kesên ku qelewin zêdetir tûşî Korona dibin. Wekî mînak li Îtalya jî zêdetirê ewên li bin çavdêriya kûr dane ew kesin ku qelewin”.

Li gor gotina pizîşkekî pîsporê nexweşiyên henav û sîng jî qelewî sedemeke ji bo tûşbûna gelek nexweşiyên din jî. Dr Rêbaz Hemze dibêje: “Niha %25ê nîştecihên cîhanê qelewin, ji ber ku li xweşiyê da dijîn û xwarina wan geleke. Qelew beşa seriya komendamê henaseya wan kurt dibê û rûn li ser dirust dibe. Her wiha rûn qelewî diçê ser sî yan û ciger jî, ji bo wê yekê rêjeya oksijenê kêm dibê û kêşeya wan ya henasedanê pêktê. Li şevan xûr xûrê dikin û sibehiyan jî tûşî jana ser dibin.

Back to top button