Civak

Piştî helwesta Amerika cardin PYDê berê xwe da rejima Esad

Li gora ku Rawengeha Suriye ya Mafê Mirovan radigihîne, Li Qamîşlo berpirsên HSDê li gel berpirsên rejima Esad civînek hevbeş li darxistine. Herweha rawengeha mafê mirova li Suriye dibêje ku, ev civîn ji bo rewşa ewlekariya bajarê Qamişlo hatiye kirin û li ser rewşa ewlekariyê  gutobêj hatiye kirin.

Herweha rawengeh dibêje ku beşek din ya civînê li ser vekişandina hêzên Amerikayê ji Suriye bû. Di vê derbarê de hate minaqeşekirin ku, dê bandora vekişandina Amerika çibe û rewşa êrîşên Tirkiye derêxe holê dê çewebe.
Biryar hatiye dayîn ku hinek deverên Rojhilatê Firatê ku di destê HSDê de ne,  radestî rejimê bêne kirin. Ev dever cihê petrolê ne.

Back to top button