Cîhan

Pisporekê îsraîlî: Sûriya dibe nawenda şerekê berfireh li Rojhilata Navîn

Pisporekê îsraîlî Tisîvî Barîl di lêkolîneke xwe de dide xuyakirin ku rewşa Sûryeyê ber bi wê yekê diçe ku Sûriya bibe nawenda şerekê berfireh û giştgîr li Rojhilata Navîn û ”dibe ku gelek teref di wî şerî de beşdar bin, weke Tirkiye, Îran û dewletên Kendavê.”

Pisporê îsraîlî dibêje ku Tirkiyeyê, bi dirêjiya sînorê xwe yê digel Sûriyeyê leşkerê xwe bicî kiriye û xwe ji bo her bûreke biqewime amade kiriye. Tirkiyeyê arteşa xwe xistiye di haletê amadebaşiyê de ji bo du armancan Yek: Ji bo  pêşwazîkirina wan leşkerên ji Sûriyeyê direvin Tirkiyeyê û ya Duyem jî ji bo xweamadekirin eger NATO yê êrş kir ser Sûriyeyê.

Şarezayê Îsraîlî dibêje ku eger Tirkiyeyê digel hêzên rojava êrîşî Sûriyeyê kirin, hîngê Îran bêdeng naraweste û dê li kêleka Sûryeyê şer bike. Îranê gelek caran piştevaniya xwe bo hikûeta Esed diyar kieye  û Îran,  li ser wan tawanên hovaneyên emina sûrî li dijî xelkê sivîl dike, çavên xwe digire. Gelek caran mediya îranî dinivîse ku eger êrîşî Sûryeyê bê kirin dê şerekê navdewletî li deverê biqewime. Heta nuha Îranê piştevaniya xwe bû Beşar Esedê serokê Sûryyeê bi kiryar îspat kiriye û 5 milyar dolar alîkarî daye rijêma sûrî û daxaz ji hikûmeta Îraqê jî kiriye ku 10 milyar dolar bide Sûriyeyê.

Pisporê nabvorî dibêje ku Sûryeyê di warê patrol û gazê de giringiya xwe ya stratejîk nîne, weke Lîbiyayê, lê giringiya wê ewe ku ew hevalbendeke xurt ya Îranê ye û tesîra wê li ser rewşa navxweyî ya Îraqê jî heye û “jiber hindê jî heta nuha tu cebhe li dijî Sûryeyê nehatîne pêkanîn.”

Li Lîbiyyaê opozisyoneke xurt ya çekdar her zû hat pêkanîn û karî xwe weke hêzeke siyasî îspat bike, lê heta nuha ev hêza opozisyon li Sûryeyê nehatiye pêkanîn. Eger  alternatîv li Sûryeyê çênebe, piştî jinavçûna Esed dê Sûrya weke Îraqê tevlîhev bibe.

Piporê îsraîlî di  rapora xwe de çend pirseke dike:
– Desthilata alternatîv li Sûryeyê ku ew jî îtîmadê li ser arteşa sûrî bike, dê peywendiyên xwe yên xurt digel Îranê biparêze yan dê berê xwe bide rojava?
– Tirkiye dê îtîmadê bide ser desthilata alternatîv û arteşa kevin  ku şerê çalkvanên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) bike?
– Ji bo Siudiyê baştire serokê vê rijêma nuha bimîne yan dixaze serokek din bê?

Pisporê îsraîlî di dawiya rapora xwe de ku di rojnameya Haaretz de weşandye dibêje ku ev şerê navbera hikûeta Esed û xwepêşandnanan dê gelek dirêj vekêşe, heta nuha Beşar Esed yekrîziya arteşa xwe parastiye.

Back to top button