Kultur

Pirtûkek nû ji bo zarokan: Mam Xidir diçe warê hirçan

Pirtûkek nû ji bo zarokan: Mam Xidir diçe warê hirçan

Pirtûka Haluk Öztürk ya ji bo zarokan ”Mam Xidir diçe warê hirçan” ji nav ”Weşanên Roja Nû” derket.
”Cîranên Mam Xidir yên koçer hersal diçine zozanan. Îsal Mam Xidir jî dixwaze biçe zozanan. Lê ew ne wek koçeran ji bona rûn û penêr diçe zozanan. Ew tenê ji ber hezkirina ji xuristê û jiyana li çolê dixwaze here.
Mam Xidir dixwaze li wir dengê çûk û teyran guhdarî bike; wêneyên wan bikişîne, gul û kulîlkan bîhn bike, masiyan bigire û bi hirçan re demeke xweş derbas bike…”

Zarokên 9-12 salî bi hêsanî dikarin wê bixwînin. Dê û bav dikarin ji zarokên xwe yên piçûktir re bixwînin. Mamosteyên zimanê kurdî dikarin wê wek alavekî perwerdeyê bi kar bînin. Nivîskar pirtûkê, ku bi xwe mamostayê zimanê kurdî/kurmancî ye, berî çapkirinê pirtûk bi şagirdên dibistanê re bi kar aniye.
Yên ku dibêjin ”Zimanê me hebûna me ye” û ”Zarok pêşeroja me ne” wê ji ”Mam Xidir” û serpêhatiyên wî hez bikin. Bi hêviya ku pirtûk bi dilê we be.

Nivîs: Haluk Öztürk
Wêne: Arif Sevinç
Cildkirî, 48 rûpel, bi wêneyên rengîn û kaxezê kalïte bilind.
Çapa yekem: Gulan 2011. Stockholm
ISBN: 978-91-7672-072-1
Bihayê pirtûkê 12 Euro (€) ye.

Navnîşana xwestinê:
Weşanên Roja Nû
Gustavslundsvägen 168 A, 1 tr
Box: 10 150
167 51 Bromma / Sweden
Tel: (46)+(08)+ 253857
www.komkar.se E-post: [email protected]

Back to top button