Kultur

Pirtûkek nû

PIRTÛKEK

Ev pirtûka bi navê HEVOKXANE ku tê de 563 sernav hene, ew nivîs in ku di sala 2018an de li rûpela Zeynelabidin Zinar a Facebookê hatine weşandin.

Nivîsên di Hevokxaneyê de babetcihê ne; hinek nivîs normal in, hinek çîrok û meselokên folklorî ne, hinek kurtenivîs in û hinek jî helbest in.

Hevokxane, dewama pirtûka Gotarxane, Sêwirxane, Çandxane û Vêjexaneyê ye. Ew her çar pirtûk jî gotar û kurtenivîsên Zinarî ne ku ji sala 2013an ve hetanî dawiya sala 2017an li rûpela wî ya Facebookê hatine weşandin.

Di van her pênc pirtûkan de nivîsên ku folklor in li jora wan ”folklor” hatiye nivîsandin da ji yên din bêtin cudakirin.

Di van her pênc pirtûkan de 2.170 sernav hene û tevek 3.165 rûpelên A5 in. Piraniya wan li ser Ziman û Çanda Kurdî hatine nivîsandin. Lê belê di hinan de helbestên nivîskarî yên babetcihê jî hene.

Bi derketina vê pirtûkê re, jimara pirtûkên Zinarî gehane 128an.

Pirtûk ji aliyê PENCÎNAR Weşanxaneya Çanda Kurdî ve

(Kurdiska Kulturförlaget) li Stockholma paytexta Swêdê hatiye weşandin.

Mob WhatsApp: + 46 70 767 55 16

Malper: www.pencinar.se

E-mail: [email protected]

Bi hêviya ku ev pênc pirtûkên Zeynelabidin Zinarî ji bo bipêşketin û geşemendiya Zimanê Kurdî bibin alîkar û bi wan refên Pirtûkxaneya Kurdistanê jî geştir bibin.

Rojeva Kurd 21/ 03/ 2019

Back to top button