Kultur

Pirtûka wehşetê

PIRTÛKA WEHŞETÊ DERKET NAV Axaftina WêneyanHin caran dema min hin wêne li medyayê bi piranî jî li Facebookê didîtin, dilê min pir diêşiya û li ser wan pir disêwirîm.Herwisa ew êş û azar berdewam dikir û min ew wêne li ba xwe kom dikirin.  Piştre min dît ku di nava wan de gelek wêneyên balkêş hene ku divê ew bibin malê mêjû. Îcar piştre min ew berhev kirin û bi navê ”Axaftina Wêneyan” kirin pirtûk.Dibe ku hin ji van wêneyên di pirtûkê de fotomontaj bin, çend ji wan jî diyar e ku karîkator in, lê rastiya wan bi werbêjkirina di laboratoaran de eşkere dibe.Ev pirtûk ne bi xûteke xirab û ne jî bi xûta reklam hatiye amadekirin, tenê da bibe malê mêjû û ji nivşên pêşerojê re, herweha ji lêkolîneran re bibe belge.Di pirtûkê de heft beş hene û min ew bi navê ”biratî”yê destnîşan kirine.Di pirtûkê de 262 wêne hene.Di pirtûkê de nivîs tune.Lê ew nivîsên ku bi zimanên cuda li ser wêneyan hatine nivîsandin, agahdariyên xwe didin xwendevanan.Bi hêviya pirtûk ku bibe belgeyek ji bo nivşên pêşerojî, her şad û bextewet bin… PENCÎNARWeşanxaneya Çanda Kurdî(Kurdiska Kulturförlag)Bromma/Stockholm-SVERIGETel: + 46 (0)70 767 55 16Malper: www.pencinar.seE-mail: [email protected] 978 91 87787 13 3 Zeynelabidin Zinar 

Back to top button