Polîtîk

Pirsa kurd yek pirse

Karbidestên Tirk piştrast dikin ku dewlet danûstandinê bi rêberê Partîya Karkerên Kurdistanê yê zîndankirî re dike, di bizavekê de jibo bi dawî anîna tundûtûjîyan û şerê çekdarî yê PKK’ê .
 
Nivîskar Keya Izol dibêje “eger Tirkîye dixwaze pirsa Kurdî çareser bike, tiştekî dizî nemaye di vî biwarî de.  Çima diçe li Îmralî bi Abdullah Ocalan re muzakere çê dike, çima bi gelê Kurd re nake? Li her derê Kurd hene û her roj daxwazên xwe diqîrin.  Çi pêwîst e ku here bi yek kesî re gotûbêjan bike ku esîr e di destê wan de?”

Birêz Izol dibêje ku “daxwazên Kurdan li bakurê Kurdistanê ketîye pêşîya tevgera PKK’ê û hemû daxwazên ku Abdullah Ocalan pêşkeşî Tirkan kirîye.”

Derbarê pirsa Kurdî di çarçova welatên herêmê de, birêz Îzol dibêje “li hemû parçeyên Kurdistanê,  pirsa Kurd yek pirs e.  Hemû maf û azadîyên ku Kurdên Îraqê bidest xistine, jibo parçeyên din jî îro di rojevê de ne.” 

Birêz Izol herwiha got ku divê maf û azadîyên Kurdan li bakurê Kurdistanê kêmtir nebin li yên başûrê Kurdistanê.

 

Ahmed Barzani/VOA

Back to top button