Polîtîk

Pirsa kurd di nava CHPê de bû sedema qeyranê

Alîkarê Serokê Giştî yê CHPê Sezgîn Tanrıkulu bang li ronakbîran kiribû û ji wan xwestibû ku di binê banê CHPê de civîna pirsgirêka Kurd were kirin.

Lê piştî banga Tanrıkulu li dijî wî dengê parlamenterên Kemalîst bilind bû. Berdevkê partiyê Haluk Koç ji Kiliçdaroğlu pirsî ku haya wî, bi vê bangê heye an na. Adnan Keskîn piştgirî da helwesta Haluk Koç.

Di CHPê de civîna nirxandina rojevê hat kirin. Nezîka bi dawîbûna civînê, banga Sezgîn Tanrıkulu a ku li ronakbîrên wek Mithat Sancar, Osman Kavala, Fuat Keyman, Turgut Tarhanlı, Cengiz Çandar, Oral Çalışlar, Bekir Ağırdır û Altan Öymen kiribu ku di binê banê CHPê de civîna pirsgirêka Kurd were kirin, hate rojevê.

Berdevkê partiyê Haluk Koç, ji Kılıçdaroğlu pirsî ku haya wî li wê bangê heye an na. Piştrê hin endamên din jî piştevanî dane Koç. Hate gotin ku “Bang û civînên wisa divê were rojeva civînên partiye.” Ji ber van rûdanan Kılıçdaroğlu got ku, ‘haya min ji bangê heye.’ û mijar hat girtin.

Xeberenkurdi

Back to top button