Nivîsar

Piraniya dengên kurdan çûn AK Partiyê û hindikayî ya dengan çû CHP-PKKê 

CHPê ji sala 1919-an heta dawiya 1938-an li Kurdistanê qetlîam pêk anîbûn. CHP li Kurdistanê li ser hemû kurdan, hemû çîn û tebeqeyên kurd zulmeke mezin pêk anîbû û dianî.

Îbrahîm GÜÇLÜ

Li Tirkiyeyê di 14ê Gulana 2023-an de hilbijartina serokkomar û hilbijartina giştî ya mebûsan hat li dar xistin. Beşdariya dengan di hilbijartinê de ji Emerîkayê û ji Dewletên Yekîtiya Ewrûpayê pirr zêdetir bû. Loma jî him beşdariya bilind û him jî qezençkirina Tîfaqa Cûmhûr li wan welatan ji bona şiroveyan bû mijareke nû. Gelek rojnameyên û kovarên li Emerıkayê û li Ewrûpayê ku ji Tîfaqa Milet re piştgir û li dijî R.T.Erdogan bû, dîtin ku gelek şiroveyên wan rast derneketin. Wek dihat gotin Tîfaqa Milet di parlamentoyê de qezenç nekir, wenda kir. Di hilbijartina serokkomarî de jî R.T.Erdogan bi ferqeke mezin deng girt. Heger ji sedî 0.51 dengên din bigirta dibû serokkomar. Lê negirt loma jî hilbijartina serokkomarî ma qonaxa 2-emîn. Bi taybetî jî dema hilbijartina serokkomarî ma qonaxa 2emîn, wê demê serê rojnamevan û analistên siyasî tevlihev bûn. Demekê beşekî wan gotin ku “heger R.T.Erdoğan dîktatorbûya wê demê hilbijartina serokkomarî di qonaxa 1-emîn de diqediya.”  

Sîstema Hikûmeta Serokkomarî bû sedem ku partî bi rêya tîfaqan beşdarî hilbijartinan bibin. 4 Tîfaqên siyasî beşdarî hilbijartinê bûn. Ew tîfaq jî:1-Tîfaqa Cûmhûr: (AK Partî, MHP, BBP, Yeni RP) bûn. DSP û HUDA-PAR jî, di AK Partiyê de beşdarî hilbijartinê bûn. 2-Tîfaqa Milet: (CHP, İP, Gelecek,DEVA,SP,DP) bûn. Partiya Gelecek,DEVA,SP,DP wek raqîbên R.T.Erdogan derketin holê û ava bûn, lê cesaret nekirin ku xweser beşdarî hiljartinê bibin. Di CHPê de beşdarî hilbijartinê bûn. Bi sedî 1,5-2 dengan 39 parlamenter qezenç kirin. Ev jî di nav CHPê de bû sedema reaksîyon û mixalefetek mezin. 3-Tîfaqa Ked û Azadiyê: (PKK/HDP, Partiyên Çep yên Tirkan, Partiyên duvık yên Kurdan) pêk hatibû. 4-Tîfaqa Ata: Nîjadperest û dijminên biyaniyan yên Kemalîst û Nasyonalîst ava bibû..

HAK-PAR jî wek partiyeke kurdan xweser beşdarî hilbijartinê bû. Lê ji kurdan deng negirt. Ev pirsgirêkeke ji bona kurdperweran û Tevgera Neteweyî ya Bakurê Kurdistanê girîng e. Divê her kurdek, kurdperwerek, rêxistinên kurdan li ser vê pirsgirêkê rawestin û şirove bikin; ji bona çareseriya vê pirsê rê û rêbazan diyar bikin.

Wek min li rêzên jor jî diyar kir, di hilbijartinê de Tîfaqa Cûmhûr di meclîsê de ji %49,5-an piraniya mebûsan qezenç kir. Gore vê encamê serokatiya Meclîsê û piraniya komîsyonan di meclîsê de ket destê Tîfaqa Cûmhûr. Hilbijartina serokkomarî ma qonaxa 2-emîn. Di qonaxqxa yekemîn de R.T.Erdoğan ji %49.52, Kemal Kiliçdaroglu ji 44.88 Sînan Oğan ji sedî 5.17deng wergirt. Di qonaxa 2-emîn de  R.T.Erdogan bi gelek babetan xwediyê awantaj e ku hilbijartina serokkomarî qezenç bike.

Wek tê zanîn ku mixabin kurdan dengên xwe dan partiyên tirkan û sîstemê; Tîfaqa Cûmhûr û Milet û Ked-Azadiyê ye. Piraniya dengan çû Tîfaqa Cûmhûr-AK Partiyê, hindikayî ya dengên kurdan çûn CHP-PKKê. Wek her demê di qezençkirina Tîfaqa Cûmhûr û AK Partiyê de dengên kurdan xwediyê rolekî mezin e.

Ev ji bona kurdan cara yekemîn naqewime. Ev yeka bûye qedera kurdan. Kurd piştî ku di sala 1946an de hat pejirandin ku sîstema pirrpartîtî ava bibe û partiyên cûda ava bibin, ji bona kurdan dengdayina partiyên Tirkan û sîstemê bû çandekê.

Hîç şik tune ye ku ev yeka bi xwe bi xwe çê nebû. Ev qedera kurdan dema Dewleta Tirk piştî ku Împeratoriya Osmanî tasfiye kir ava bû, vê entegrasyonê dest pê kir. Lewra felsefeya damezrenêrî ya Dewleta Tirk ya Kemalîst tunebûna kurdan wek hişmendiya dewletê pejirandi bû. Kurd wek neteweyekî tune qebûl dikir. Ji bona kurd bibin Tirk stratejiyeke gelek dijwar meşand. Heta ji bona ku bigihîje armanca xwe, li hemberî Tevgera  Rizgarîxwaz ya Kurdan-Kurdistanê qetlîamên mezin pêk anî.

Di pêvajoyê de Tirk serkeftî bûn. Ew serkeftîbûna wan bi gelek taktîkên cûda dom dike. Dema ku dîtin ku dê li Kurdistanê kurdan wenda bikin, kurd dê bi awayekî demokratîk û sîyasî û neteweyî desthilatdarî bigrin destên xwe, PKK li ser navê kurdan him ji bona ku Tevgera Neteweyî ya Kurdan tasfiye bike û him jî, ji bona ku  PKKê li Kurdistanê li ciyê CHPê îkamê bibe, PKK ava kirin. 

Loma jî her dem  PKKê   ji CHPê re piştgir e. Di vê hilbijartinê de jî bi gelek awayan jî CHPê re bû piştgir. Lê CHPê wenda kir.

Dema ku piştî ku dewleta Tirk ava bû, ji bona  kurd ji holê rabin û an jî kurd entegreya dewletê bibin xebateke dijwar hat meşandin. Piştî salên 1946-an jî ji bona kurdan jî derfet bû ku dengên xwe bidin partiyên Tirkan. Lewra li ser navê kurdan û Kurdistanê partî ava kirin bes ne qedexe bû, dibû sedema tunebûna kurdan û eşkence dîtin û cizayê mezin.  

Piştî salên 1946-an kurdan gelê kurd û karbidestên kurdan dengên xwe dan partiyên li dijî û li hemberî CHPê bibûn. Loma jî kurdan bi piranî deng dan partiyên DP, AP, ANAP, AK Partiyê. Sedema vê yekê jî ew bû ku CHPê ji sala 1919-an heta dawiya 1938-an li Kurdistanê qetlîam pêk anîbûn. CHP li Kurdistanê li ser hemû kurdan, hemû çîn û tebeqeyên kurd zulmeke mezin pêk anîbû û dianî. Ji bona avayî yan Kurdistanê hewil nedida. CHPê kurd her demê wek potansiyeleke dijminî didît. Burokrasiya sivîl û leşkerî li ser navê CHPê li Kurdistan rêvebirî dikirin û gelek zilûmkar bûn.. 

Bes çepan deng da CHPê. PKKê jî nûha aparateke Kemalîstan e. Loma jî piraniya dengên kurdan nagire. 

Divê em hemû kurd vê mijarê ji bona xwe bikin pirsgirêk û ji bona ku ev rewşa heyî biguherînin, niqaşe bikin û ji bona çareseriya li rê û rêbaza bigerin..

Diyarbekîr, 19. 05. 2023

Back to top button