Polîtîk

Pîlana dabeşkirina Başûrê Kurdistanê

Berpirsekê balayê Yekêtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) eşkere dike ku Qasim Suleymanî dixwaze deverên jêr destê YNKê ji deverên jêr destê PDKê cuda bike û bi vê pîlana xwe başûrê Kurdstanê parçe bike.Malpera Speed Media di raporeke xwe de dibêje ku berpirsekê balaya YNKê ku nexwestiye navê xwe ji wê malperê ra eşkere bike, ji malperê ra gotiye:- Qasim Suleymanî fermandarê qerargeha Qudis ya Pasdarên Îranê weke serokê devera Silêmaniyê tevdigere û armanca wî jî dabeşkirina Herêma Kurdistanê ye. Ew dixwaz deverên jê desthilata YNKê ji deverênnjêr desthilata PDKê veqetîne weke serdema şarê navxweyî Herêma Kurdistanê bi ser du devaran de debaş bike.Li gor berpirsê balayê YNKê beşek ji serkirdayetiyê ketine jê kontrola Qasim Suleymanî ku hindek soz bi wan hatine dane ku devera Silêmaniyê di hemû waran de geş û pêş bixe.Ev pilana Qasim Suleymanî pilanek gelek xeter e û eger Îran divê pilana xwe de serbikeve û devera Silêmaniyê bixe jêr kontrola xwe, hîngê Tirkiye jî dê wîlayeta Duhok û Hewlêrê dagîr bike bi bixe jêr kontorla xwe, divê kadroyên YNKê û aliyên din û xelkê deverê li dijî vê pîlanê derkevin û tixûbekî ji destêwerdanên Qasim Suleymanî û berpirsên din yên Îranê danin.

Back to top button