Nivîsar

Peyvek ji bo giyanê şehîd Leyla Qasim

Eger em bizivirîn berev serhildan û şoreşên bizava rizgarîxwaziya Kurdistanê, dê‌ ji bo me xuya bibe ku tu demekî rolê şepala Kurd ji zilaman eger zêdetir nebe kêmtir nebuye. Her çende şepala Kurd kêm Pêşmerge bûye û çek hilgirtiye, lê zilam raste Pêşmerge bûye, belê bi tinê xudanê‌ çendik û çekê‌ xwe bûye û di sengerên şerefê û têkoşînê da bûye.

Jina Kurd destpêka nîva civakiye û nîva din jî dayik û xûşka zilame, di heman demê da ev jine kariye wî zilamî bi şîrekê zelal û hesteka neteweyî perwerde û mezin bike. Di heman demê da bi erkê xwedankirin û perwerdekirina zaroyên Pêşmerge rabûye. Bîra mirov tê li serdemê‌ her du şoreşên îlona mezin û gulana pêşkevtinxwaz, demê‌ Pêşmerge wate hevjîn û bira û kurên wan şepalên qehreman, qesta erkê‌ xwe yê Pêşmergayetiyê dikir, Bi heyv û salan hindek nedizivirîn nav kesukar û malbatên xwe. Lê ev şêre jine dikarî bi serbilindî zaro û kesukarên Pêşmerge xwedî bike, wiha perwerde û fêr bike ku tu demekî ev zaro hest bi xerîbiya babê xwe neke. Ji ber ku digot babê te Pêşmergeye û yê bergiriyê ji vê axa pîroza Kurdistanê‌ dike. Ji bilî vê‌ çendê jî herdem şepala Kurd alîkar û palpişta şoreşan bûye, vêca bigre ji xizmetkirina Pêşmerge û amadekirina xwarinê û anîna pêzanînan ji nav dijminan bo nav şoreşê û veguhestina kelupelên pizîşkî li nav sîngê‌ dijmin bo çeperên Pêşmerge û hwd.. Her ji ber rolê‌ erîniyê jina Kurd Barzaniyê Nemir keremkiriye: Ew Jina nan ji bo Pêşmerge dirust dike, ew jî Pêşmergeye. 

Di salvegera 40 ê da ya sêdaredana wê ku jina qehreman û çavnetirs bûye, her Kurdekê‌ dilsoz xwe bi vê‌ şêre jina Kurd serbilind dizane, ji ber ku cara yekê bû li Iraqê jineke Kurd li ser bergirîkirinê ji mafên‌ neteweyê‌ Kurd bête sêdaredan û şehîdkirin. Ew jî Leyla Qasim bûye, ev şehîde yekbûye ji rêkxistinên Partiya Demokrata Kurdistanê, ev şepale jine, li roja (27/12/1957) ê li bajêrê‌ Xaneqîn, ji binemaleka Kurdperwer ji dayîk bûye, her zû hest bi sîtema rejîma Be’esa kiriye, ewa di derheqê neteweyê‌ wê da dihate kirin, bi rêka kadirekê Partî (PDK) peywendiyê bi rêkxistinên wê partiyê dike û dibe endameka çalak û dest bi xebat û berxwedanê dike. Li destpêka salên heftiyan ji çerxê‌ bihurî, tê wergirtin li zanîngeha Bexda yê pişka komelayetî, daku dirêjiyê bi xwendina xwe bide û bikare zêdetir xizmeta gel û welatê‌ xwe bike. Lê bi mixabinî ve li şeva (24/4/1974) ê ji aliyê rejîma Be’es ve mala wê‌ tê dorpêçkirin û tê girtin. Paşê hevalên wê‌ yên heman sengerên têkoşînê‌, mîna şehîd (Cewad Hemewendî, Nerîman Fuad Mestî, Hesen Heme Reşîd, Azad Silêman Mîran) tê girtin û berev dezgehên emin û hewalgêriyê‌ dibin. 

Wextê Leyla Qasim, bûka Kurdistanê‌, berev sêdaredanê birî, bi hesteka neteweyî û serbilindî, cilûbergên xweşik û rêkupêk li bejna xwe kirin û berê‌ xwe da dayika xwe û gotê‌: Xwe aciz neke û cilên reş jî li ber xwe neke, çunke pîroztirîn tişt ku ew jî giyane, dê bikim qurbana Kurd û Kurdistanê‌ û dê bibim bûka Kurdistanê‌, navê‌ min jî dê li cadde û qad û kolanan bête gotin û xelk dê şanaziyê pê bike. Ev şepale jine di gel hevalên wê li roja 13/05/1974 ê petê‌ sêdarê maçîkirin û ji aliyê rejîma Be’es ve hatine şehîdkirin û gihiştine karwanê‌ şehîdên rizgarîxwaziya Kurdistanê.

Em jî dibêjîn: Ey şehîd Leyla Qasim, di hemî dem û satekê da, tu di wijdana her mirovekê‌ Kurdperwer û welatparêz da dijî, herdem em weku Kurd, nemaze Partiya Demokrata Kurdistanê, şanaziyê bi te dikin û dê bibêjîn te û hevalên di gel te şehîd bûn: Bi aramî serê xwe danin, îro berhemê‌ xwîna hewe û hezarehan şehîdan bi vala neçûye, Kurdistan azade û roj bi roj berev geşepêdanê ji hemî aliyekê‌ diçe. Xwediyê Serokatiya Herêmê û Parlemen û hikumetîn, alayê pîrozê Kurdistanê‌ jî yê bilinde li ser saziyên mîrî û hizbî û leşkerî û rêkxirawên cemawerî û pîşeyî, ew rêbaza hûn li ser şehîdbûn, roj bi roj ya serkeftinên mezin tomar dike. Encamderên tawana sêdaredana hewe jî, bi sizayê‌ gel gihiştin.

Saleh Mihemed Teyro

Back to top button