Polîtîk

Peyva serok Barzanî di kongreya Yekêtiya Afretên Kurdistanê de

Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Xuşk û birayên birêz û delal

Endamên Kongre û mêvanên birêz

Gelek gelek bextewerim ku ez beşdarî li kongreya heftem a Yekîtiya Afretên Kurdistanê dikim û daxwaza serkeftinê ji kongreya we dikim û gelek gelek spas û pêzanînên xwe jî pêşkêşî sekreter û endamên sekreteriyeta Yekîtiya we dikim û bi hêviya xwedê ewên li vê kongreyê jî bêne hilbijartin berdewamiya wan hêl û karan dibin ku her wekî ewên heta niha serkeftî bûn, serkeftî bibin.

Çiqas behsa rola afreta kurd bê kirin kême, ji ber ku bi kiryarên xwe bi dirêjahiya dîroka tevgera rizgarîxwaziya gelê Kurdistanê de selmandin, bi taybetî li şoreşa mezina Îlonê da rola afret yekcar gelek girîng bû.

Pêşmerge bi xwe û tifengê xwe li bereya şer bû, lê belê ew dayik, an ew xuşk, an jî ew xêzan li mal bû û Pêşmerge bû, dayik bû, mamosta bû, cotyar bû, karker û berhemhêner jî bû, beşek jî ji wê berhemê jî ew bû diçû bereya şer jî ji bo wê yekê ez bawerim rola jin gelek ji rola zilaman zêdetir bû.

Her wiha afreta kurd bûye mînakeke fedakariyê, ez nizanim fedakariya mezina mirov çiye an kî ji wî mirovî mezintire ku perçe goştê 4 kuran di yek kîs da be paşê jî bibêjê 2 kurê min maye ew jî qurbana Kurdistanê bibin.

Ji bo wê yekê zilamên mezin ji neteweya me derketine ji ber ku şîrê wan şêre jinan vexwarine û ji destê wan perwerde bûne.

Niha jî spas ji bo xwedayê mezin piştî wê beşek ji mafên me bi dest ve hatine em îro xwedî parlamento û hikûmetin, welatê me azade, bêguman divê hemû take kesekî civaka me azad bê, bi taybetî afret, ev erk jî erkê we û rêxistinên wekî yê wene.

Hûn vê şerê bikin û em jî li gel we ne, hûn şer ji bo azadiya xwe û mafê xwe bikin em jî soz didîn we ji bo bi destxistina mafên we wekî serbazek li jêr berpirsiyarêtiya we da bîn.

Bi mixabinî gelek car wiha dibîhîsîn ku afreta kurd tûşî êş û azarê dibê an jî bi destê xwe, xwe tûşî tiştekî nexweş dike, ji ber wê yekê ku li jiyanê de bê hêvî dibê.

Her li şoreşa Îlonê ve hest bi vê êş û azarê hatiye kirin û hinek dab û nerîtên neguncaw li gel mafê mirov û li gel biçûktirîn mafê mirov dest bi çaksaziyê kirin, lê belê em li navçeyek da dijîn ku bi dabunerîtên dewruberê xwe ve bi bandorîn, her wiha gelek dabunerîtên kevin ku li welatê me jî da hebuye, hinek dabunerît gelek gelek pîrozin û em heta dawiya nefesa xwe pêve girêdayîne, hinek jî hene divê bêne gûhertin.

Qet ne rewaye û nabe hinek ji wan dabûnerîtan bimînîn, wekî ku min bîhîstiye gelek jî kêmbûne wekî meseleya bi zorê bi şûdana keç an jin bi jinê an mezin bi biçûk an jî şîrbayî û bikaranîna keça kurd ji bo aştiya eşîrî, eve kufre û nabê li civaka kurdewarî de bi tu awayekî bimînin û ez bawerim parlamento jî tu astengî li derxistina wan yasayan de nekiriye ku van mafan dabîn dike.

Li heman demî da ez hêvdarim û daxwaz ji wan keç û kurên delal dikim ku divê bi dilê xwe hevdû hilbijêrin lê belê divê kerameta malbata hevdû bikin û li gor wan dabunerîtên ku mafê hilbijartina wan hebê lê belê kerameta malbatê têk nedin û divê hinek dabunerîtan biparêzin ji bo parastina kerameta xwe û kesukarên xwe, lê belê divê li hilbijartina hevjîna jiyana xwe bi dawxaza xwe de azad bin.

Eve karê parlamentoya Kurdistane ku hevkariyê li gel we bike û her çi yasayek pêwîst bê derbixe ji bo parastina mafên we û wekheviya afret li gel zilam û ez bawerim niha pêşketinekî mezin bi destve hatiye lê belê li rastiyê da eve meseleyeke gelek girînge û ez bawerim hemû bi yasaya Pparlamento û biryara hikûmetê nabê belku zêdetir bi perwerdeya malbat û çandê ve girêdayiye, ji bo wê yekê ez bawerim her li wê roja zarok piyê xwe davêje xwendingehê divê ew perwerde û çand vê yekê fêr bike, divê li her malek da zarok wiha bête fêrkirin ku divê azad bijî û li heman demî de dabunerîtê xwe biparêzê ji ber ku azadî nayê wateya bê ser û beriyê.

Em nikarin zarvekirina rojavayê bikîn, ew gelek li pêşî mene û qonaxeke mezin derbas kirine lê belê li meseleya azadiyê de divê em pêşiya wan jî bikevîn, ez berî demekî li parlamentoya Yekîtiya Ewrûpayê bûm li Brukselê li semînerek da behsa wê yekê hate kirin ku rêjeya afreta li parlamentoya Kurdistanê da çende? min got 30% ye parlementerekî ez bawerim Portugalî bû jinek bû rabû temaşa parlamenterên din kir û got hûn jî ji kurdan fêrbibin rêjeya me ji ya wan gelek kêmtire.

Êdî eve birastî hevkariya hemû aliyan dixwaze, hevkariya we dixwaze hevkariya her malbatek û her kesek û parlamento, hikûmet, partî û rêxistinan dixaze. Lê belê em divê civakekî tendirust dirust bikîn û dabunerîtên ku em pêve serbilindîn divê biparêzîn û ewên kevinin û dem li ser da derbasbûye divê nemînin.

Ez careke din daxwaza serkeftinê li we dikim û hêvîdarim kongreyekî serkeftî bê û biryarên gelek baş jê derkeve û serkirdayetiyekî nû lê bête holê ku bi dilê xwe hilbijêrin, carekî din jî ez spasî xuşka Kurdistan û hemû wan xuşkan dikim ku li gel wan vê demê de astengî derneketine û rolekî ber bi çav dîtine.

Her wiha bi derfet dizanim ku bi kurtî di derbarê pêvajoya îro de axaftinek pêşkêşî we bikim, niha pêkanîna hikûmeta Federal li Bexdayê meseleya herî girînge ku birastî ev babet li vê dema derbasbûyî de rawestiyaye û çendîn serdan û hevdîtin hebuye û çendîn şand hatine vir û li Bexda, ewê cihê serbilindiye ji bo me wekî Kurd eweye ku me yekrêziya xwe parastiye her wiha bi tu awayekî em nebûne beşek ji girift belku beşekîn ji çareseriyê û her wiha jî dimînîn.

Em li gel wê yekê ne hikûmetekî hevbeşa nîştîmanî pêkbê û tu aliyek neyê îhmal kirin li vê qonaxê da eve li berjewendiya Iraqê daye û em jî li ser an hewlên xwe berdewam dibîn û îro jî piştî ku ji vir biçim vê êvarê li gel şanda me rûdinim bi amadehiya hikûmet û parlamento û şanda danustankar jî li Bexdayê ji bo wê qonaxa derbasbûyî hilbisengênîn û xwe ji bo qonaxa paşarojê amade bikîn her wiha encama çavpêkeftinên vê dawiyê dinirxînin û da ku xwe ji bo qonaxa paşarojê amade bikîn.

Em li ser wan helwestên xwe surîn ku nebîne beşek ji giriftan belku em beşekîn li çareseriyê û em li gel wê yekê ne ku tu aliyek neyê îhmal kirin lê belê em li ser daxwazên xwe surîn ku daxwazên rewaye ew jî girêdayî destûrê ne û maddeya 140 û meseleya Pêşmerge û neft û xaz û serjimêrî, ev mesele hemû li gel her aliyek divê pêşî li serî de rêkbikevîn, her wiha rêzgirtina meseleya proseya demokrasî û karkirin jî bi awayekî demokrasî û hevbeş kirina li hukim da, ev hemû babetên serekîne û hêvîdarîn û bi hêviya xwedê weku kurd bikarîn rolekî erênî û serekî bibînîn û Iraq jî ji vê qeyranê derkevê ji ber ku li cem me gelek girînge, çiqas ji bo xweşe ku pêvajoya Kurdistanê xweş û baş bê em ewqas jî dixwazin pêvajo li hemû Iraqê de baş bê ji ber ku em bi pêkvene û li çarçêweya Iraqê dane lê belê bêguman nabê bibêjîn madam pêvajoya Kurdistan başe me heq nîne li Bexda çi dibê ev nêrîn şaşe. Divê pêvajoya Bexda jî baş bibê bo ku başiya pêvajoya vir jî berdewam bibê wekî ku hûn bi xwe jî dibînin niha pêwendiyên me li gel welatên hevsû û derve çûye qonaxekî din ve, em bi wê yekê serbilindîn ku singê gelê me û Herêma Kurdistanê çûne astekî din û bi hîmmeta hemû aliyek bi hêviya xwedê hengavên baştir û pêşketîtir davêjîn û li dawiyê da divê herdem û li hemû demek ji bîra me neçê ku ev hemû berhema xwîna wan şehîdên azîzane.

Gelek spasiya we dikim û her serkeftî bin.

Back to top button