Nivîsar

Peymana dihokê dimînê li ser kaxizê yan?

Piraniya caran tevgera kurd di nava xwe de behsa yekitiyan dike. Ji berî hertiştekî yekitiyek netewî li ser bingehê berjewendiyên netewaya kurd pêwistiyek herî mezine.

Lê dema yekitî bibe şanoyek siyasî û tenê aliyên yekitiyê li ber hevû din fehl û fîtan bigerin nebûna wê yekitiyê ji bûyîna wê erênîtir e.

Di navbera aliyên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê de,bi çavderiya serokatiya Kurdistanê paymana Hewlêr hatibû îmzekirin û li gora vê peymanê yekitiyek di nava hamû aliyên siyasê yên Kurdistana Rojava de pêkhat. Lê yek rojê jî ev yekitî neket di jiyanê de. Sedemê vê ye bingehîn PYD naxwaze desthilata xwe bi aliyek din yên Kurdistanî re leyveke.

Piştî bûyera Kobanê cardin behsa pêwistiya yekitiyek di nava aliyên Kurdistana Rojava de hate kirin. Bi banga serokê Kurdistanê hemû aliyên siyasî li Kurdistana Başûr li Dihokê di bin çavderiya serokê Kurdistanê de hatin ba hev. Hemû aliyên siyasê yên Rojavayê Kurdistanê 11 rojan civîn kirin û rewşa yekitiyê di nava xwe de gotubêj kirin. Di encam de ji raya giştî re ragihandin ku yekitiyek li ser 3 maddeyan pêkanîne.

Lê dixweyê berê yekitiyê beravêtiye. Cardin  sedema ku PYD desthilatdariyê bi kesek din re par nake, ev yekitî nakeve jiyanê de.

Ji berpirsên PYDê bipirsin tu giringiyê nadin vê yekitiyê û dibêjin ji xwe hemû dezgeh hene bila bêne tevlî van dezgehan bibin xebata xwe bikin. |Dema behsa hêzek hevbeş ya leşkerî tê kirin bersiv amadeye: Eve YPG heye werin di bin fermandariya YPGê de şer bikin.

Dema hevdîtinan li Dihokê destpêkirî hêja bi dehan aligirên PDKS di zindanên PYDê de hebûn. Başe dê çewe bawerî peyda bibe?

Herkes dizanê ku zêdeyî 3 hezar pêşmergeyên PDKS li Kurdistana Başûr hene. Gelo ji bo çi nikarin derbasî Rojava bibin û xaka xwe biparêzin? PYD rê nade . Eger bê ku li hevhatinek pêkwerê, dê navbera wan û YPGê de şer derkeve. Ew jî ji bo şerek birakujî peyda nebê hêviya peymanekî û pêkhatina li hevhatinek aliyên siyasîne.

Ev alî li ser kaxizê li hevhatine lê dema ku nekeve jiyanê de çi bihayê lihevhatine heye?

Bala xwe bidinê pêşmerge dikare derbasî  Kobanê bibe û şer bike lê rê nadin pêşmergeyên Kurdistana Rojava bi xwe. Heta ev 3-4 hezar pêşmergeyên Rojava derbasî Rojava nebin û nekevin xeta parastina xaka xwe de bila kesek behsa yekitiyekî neke. Hemû xapandine û leyiztikek siyasî demiye.

Îro Pêşmergeyên Kurdistana Rojava li Başûr li dijê DAÎŞê şer dikin, birîndar dibin û şehîdan didin. Lê PYD rê nade wan ku derbasî Rojavayê Kurdistanê bibin.

Herkesekî   bawerê ku peymana Dihokê  dê bikeve jiyanê de, bila ji berpirsên PYDê û PDKS û aliyên din bipirsin ka gelo dî çewebe?

Hêvî û daxwazî tiştekê, lê pêkanîna tiştan û  li hevhatinên li ser kaxizê ku bikeve jiyanê de tiştek dine.

Li hevhatina Dihokê bikeve jiyanê de, dê destkeftiya Kurdistana Rojava ya herî girîng be. Hingê kurd dê bizanibin serê wan li ser çiye û bandora rejimê li Kurdistanê têkdiçe û di rastiyê de kurd hêdî wê bikaribin berjewendiyên xwe yên netewî awayê pêwist biparêzin.

10.11.2014

Dara Bilek

 

 

Back to top button