CivakRojev

Peyama serokwezîrê Kurdistanê

Serokwezîrê herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi minasebeta hatina sala nû daxûyaniyek ragihand.

Daxûyaniya Serokwezîrê Kurdistanê:

Bi minasebeta sersala nû ya mîladî ya 2022an gerimtirîn pîrozbayî pêşkêşî cenabê Serok Barzanî, tevahiya welatiyên Kurdistan, pêşmergeyên qehreman, hêzên ewlekarî û kesûkarên serfiraz yên şehîdan dikim. Hêvî dikim sala nû hilgira xêr, xweşî û sala kameranî û dawî hatina tevahiya nexweşî, qirîz û karesatan be.

Sala derbasbûyî rixmî çend qirîzên darayî û astengiyên çêkirî, hikûmeta herêma Kurdistanê tevahiya hewlên xwe bo zalbûn bi ser astengiyan û berbestan û domandina prosesa reforman bi tevger kir û bi hemahengî li gel kerta taybet jî, çend projeyên girîng yên di warê bihêz kirina jêrxana abûrî li seraserê herêma Kurdistanê cîhbicîh kiriye.

Em hêvî dikin bi hevkariya tevahiya aliyan di sala nû de jî bikaribin bi awayekî baştir xizmeta welatiyên Herêma Kurdistanê bikin û projeyên nû cîhbicîh bikin. Li vir lazim dibînim ji ber berxwedanê spasiya xelkê Herêma Kurdistanê bikim ku fêmkirina wan bo rewşa dijwar ya darayî hebû.

Hêvî dikim sala nû sala dawî hatina rojên dijwar û berdewamiya karwana pêşketinê ya Kurdistanê be.

Herwiha mixabên sala derbasbûyî, çendîn karesatên xwezayî û rûdanên nexwestî qewmîn ku zirarên canî û madî li pey xwe anî bûn, çend pêşmergeyên qehreman jî di şerê rûbirû bûna terorîstên DAIŞê û berevanî kirin ji xaka Kurdistanê de şehîd bûn. Di vê minasebetê de bi rêzdarî ve tevahiya wan bi bîr tînin û hertim di bîra me dene.

Sala nû li tevahiya we pîroz be û Kurdistan jî hertim awedantir û bihêztir be.

Mesrûr Barzanî

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê

Back to top button