Polîtîk

Peyama serokwezîr bo pêncemîn wîlayeta başûrê Kurdistan

Parlamentoya Kurdistan li bajarê Helbece civînek awerte saz kir û di civînê de qanûna biwîlayetkirina Helebce bi piraniya dengan pesind kir û bi vî awayî Helebce dibe pêncem wîlayeta başûrê Kurdistanê (Duhok, Hewlêr, Kerkûk, Silêmanî û Helebce)

Bi vê minasibetê Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Kurdistanê payamek weşand û ev li jêr teksta wê peyamê:

 Peyama min bo bajarê xweştiviyê Helebce eve ku, bi vê minasibetê germitrîn pîrozbahiya lê bikim, mseleya naskirina Helebce weke wîleyetek berî ez bêjim destkefte, ew heqê helebciyane ev ji bo wan bê kirin, ne destkeft e heqê wane, xelkê Helebce gelek êş û azar dîtine, Helebce sembola berxwedana miletê me bûye, li Helebceyê pênc hezar kes ji encamê bikaranîna çekê kîmiyayî şehîd kirin. Îro Helebce ne bi tenê hêjayê biwîlayetkirinê ye, lê hêjayî xizmetên zêdetir e.

 Min weke serokê hikûmetê li kabîneya berê digel hevalên xwe li civata wezîran û digel yên din, em  bi hev re di vê pirosesê de beşdarbûn û ji bona biwîlayetkirina Helebce me karên cidî kirin.

 Îro ez kêfxweş im ku civîna parlamentoya Kurdistanê li Helebceyê hat saz kiri. Kêfxweş im ku, Helebce bû wîlayetek herêma Kurdistanê û hêvîdar im ev pêngava hikûmeta herêma Kurdistanê ji bo helebceyîyan palderek manawî be û ji bo şehîdan û malbatên wan dilrehetiyek be.

 

Ez dixwaz im, weke hikûmeta herêma Kurdistanê, tekîd bikim ku, pêwîstiya Helebce bi xizmetkirian zêde heye û em dê di paşerojê de zêdetir xizmete Helebceyê di hemû waran de bikin.

Back to top button