CivakRojev

Peyama Serok Nêçîrvan Barzanî ya ji bo sala nû!

Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi minasebeta hatina sala 2022ê peyamek ji bo Raya Giştî ragihand.

PEYAMA SEROK NÊÇÎRVAN BARZANÎ:

Sala nû ya zayînî li tevahiya gelê Kurdistanê, bi taybetî li malbatên serbilindên şehîdan, li Pêşmergeyên qehreman, hêzên emnî, lawan û li Kurdistaniyên derveyê welat, li gelên Iraq û li cîhanê pîroz dikim, hêvîdarim sala xweşî û kameranî û serkeftinê li ser kêşe û qeyranan da û dawî hatina pejik û nexweşiyê be. Hêvî, bextewerî, aramî û pêşketinê, ji bo mirovayetiyê li gel xwe da bîne.

Me li Herêma Kurdistanê li gel cîhanê da, ji ber pejika kovid-19 û encamên wê ve, du salên dijwar birêkir. Li rûbirûbûna terorê de berdewam bûyîn, rûdan û biserhatên diltezînê koçkirinê û bandora xerap ya guherîna keşûhewa û lehiyê me dîtin. Hevsoz û hevxemiyê malbatên serbilindên şehîdan û wan hemû kesên ku ezîzên xwe ji dest dane û bi rêz ve wan bi bîr tînîn. Spasî gelê Kurdistanê dikim ku berevaniyê li qeyran û kêşeyan girtine.

Derbaskirina dijwarî û gefan, parastina maf û destkeftên destûrî û qewareya federa‌liya Herêma Kurdistanê, niha û paşerojeke baştir ji bo gelê me, kar û ber‌pirsiyariyeke hevbeş û yekrêzî û tebayî û pêkveyî li hemû hêz û aliyan û pêkhatên Kurdistanê dixwaze.

Li Iraqê jî bi sûdwergirtina ji şaşiyên derbasbûyî, vekirina rûpeleke nû, têgihiştina rastî û îradeya ciddî ya ji bo çareserkirina kêşeyan, hevdû qebûlkirin û hevbeşiya rasteqîneya me hemûyan li proseya siyasî û birêvebirina welat da li ser bingeha dirust pêwîste ku bawerî û aramî vegerê û bi jiyan û guzeraneke baştir ji bo hemûyan ji niha û paşeroja xwe piştrast bin.

Spasî hevpeymanî û civaka navdewletî û dostan dikîn ku li rûbirûbûna terorê da piştgîrî û hevkariya me kirin. Çemk û bihaya hevbeş me kom dike û pêkve dibîn. Wekî herdem amadeyê erk û berpirsiyariya hevbeşîn û wekî endameke çalak ya civaka navdewletî û fakterê aramiyê li Iraq û navçeyê dimînîn, Herêma Kurdistanê jî erd û serzemînê pêkvejiyan û lêborînî û firehiyê dibe.

Bi hêvî û geşbîniyê ve li jiyan û saleke nû û paşerojê dinêrîn û sala nû li we hemûyan pîroz bê, her şad û serkeftî bin.

Nêçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
31.12.2021

Back to top button