PolîtîkRojev

Peyama Pêşmerge ji bo PKKê:Aşitiya Peşmerge xirab bi karneynin

Wezareta Pêşmerge derbarê bûyerên duh ên li nahyeya Bamernê ya navçeya Amêdiyê daxuyaniyek weşand û têde ragihand, “Em hêvî dikin êdî rikeberiyên ser sînoran derbasî ser hêzên Pêşemerge nebin û PKK jî li navçeyê hewl nedin aramî û aştiya hêzên Pêşmerge xirab bikar bînin.”

Duh li nahyeya Bamernê ya li qezaya Amêdiya ser bi parêzgeha Duhokê ve çend guleyên topê li nêzîk xelkên sivîl ketin û di encamê de du zarokîn bi navê Yûsif Kovan ê 12 salî û Evend Hoşyar ê 10 salî jiyana xwe ji dest dan û du kes jî birîndar bûn.

Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê derbarê rewşê de daxuyaniyek belav kir û ragihand, “Êdî rê nayê dan li wan navçeyan ewlehî û aramiya xelkê were têkbirin û canê welatiyan û Pêşmerge bikeve metirsiyê.”

Di daxuyaniyê de tê gotin, “Hêzên Pêşmerge û xelkê Kurdistanê ji wan kiryaran dilgiran in” û tekez tê kirin, “Divê hemû aliyek fêm bike ku parastina ewlehî û aramiya xelkê û axa Kurdistanê erka herî sereke ya hêzên Pêşmerge ye û ci cîbicîkirina vî erkî de tawîzê nadin.”

Wezareta Pêşmerge herwiha amaje bi êrîşa ser Lîwaya 4 a Bejayî ya Pêşmerge li nahyeya Kanî Masê dike û dibêje, êrîş bi “qenas” hatiye kirin û pêşmergeyek bi navê Mihemed Fazil Mihemed birîndar bûye.

Back to top button