Polîtîk

Peyama Neteweyên Yekgirtî digihîne Iraqiyan

Jeanine Hennis- Plasschaert Nûnera Taybetî ya Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî (NY) li Iraqê peyamekî pêşkêşî siyasetmedarên Iraqê kir û daxwaz kir ku li pêkanîna kabîneya nû ya Hikumetê de leza xwe bikin.

Li daxuyaniyek da ku pêşkêşî siyasetmedarên Iraqê hatiye kirin, Jeanine Hennis- Plasschaert dibêje: “Qeyranên berdewam Iraqê ber bi çarenivîsekî nediyar ve dibe, ji bo wê yekê li pêkanîna hikumetê de divê lezê bikin ku hikûmetek bê li ser astekî berfireh de piştgîriya wê jî bêkirin”.

Jeanine Hennis- Plasschaert balê dikşîne li ser rewşa siyasiya Iraqê û dibêje: “Rêketina siyasî wateya pêgihiştina siyasiye û çavkaniya nermî nîşandanê ye jî”.

Back to top button