Hevpeyvîn

Pêwîst e PKK dest lîstikên siyasî berde û bi xwe ji Şingalê vekşe

Endamê Encumena Serkirdatiya PDKê Elî Ewnî dibêje, pêwîst e PKK dest ji muzayede û lîstikên siyasî berde û ji Şingalê vekşe, ji ber ku ew dibin hêncet ji hatina hêzên Tirkiyê re bo Herêma Kurdistanê.Elî Ewnî ji malpera KDP.info re ragihand: “Eger bi rastî PKK di destê xwe de ye û dixwaze xizmeta gelê Kurd bike û pirsgirêk li ser axa Herêma Kurdistanê û navçeyên rizgarkirî çênebin û eger bi rastî PKK li dijî hebûna hêzên Tirkiyê ye li ser axa Başûrê Kurdistanê, bila çekdarên xwe vekşîne Bakurê Kurdistanê û li wir xebata xwe bike.”Ewnî wiha got: “Eger jî mebesta PKK biryara xelkê Şingalê û çarenivîsa wan be, beriya niha nûnerên Kurdên Êzdî ji rûspî û zanayên olî û kesayetiyên siyasî û rewşenbîrî yên Şingalê li mezargeha Şerfedîn axaftina xwe li ser paşeroja Şingalê kirine.”Wî endamê Encumena Serkirdatiya PDKê wiha domand: “Ez fêm nakim PKK ji xelkê Başûrê Kurdistanê û devera Şingalê re kirine. Ji dema ku çekdarên wan hatine Şingalê yek gund rizgar nekirine, eger rastiyê dibêjin, wan Giruzêr li nêzîkî navendên PKKê ye bila sibe azad bikin, lê ti roleke wan di operasyona rizgarkirina Şingalê de tune bû û mana wan li Şingalê jî bo derxistina pirsgirêkan e. Tişta baş ya ku kirin riya Şingalê heta Rojavayê Kurdistanê vekirin, lê xweska ew qencî jî bi me nekiribana.”Elî Ewnî ragihand: “Pêwîst e PKK dest ji muzayedat û lîstikên siyasî berde û bi xwe ji Şingalê vekşe, lê ez gihîştime wê baweriyê ku biryara vekişandinê ne di destê wan de ye û PKK hêncetan didin welatên navçeyê û nexasim Tirkiyê. Hin kes dibêjin çima baregehên PKKê li navçeyên Dêrlok û Bamernê yên Dihokê hene, lê divê bizanin ku PKK hêzên Tirkiyê anîne nava axa Başûrê Kurdistanê. Ez ji PKKê dipirsim çi leşkerên Tirkiyê li ser Çiyayê Gare yê Başûrê Kurdistanê hene ku we baregerên xwe li wir çêkirine û we xwe tê de veşartine?.”Derbarê hebûna danûstandinan di navbera PDK û PKKê de, Elî Ewnî wiha got: “Haya min ji danustandinan tune ye, lê ez daxuyanî û axaftinên serkirdeyên PKKê dibînim. Di nava xwe de neyek in û gotinên newek hev li ser vekişandina çekdarên PKKê ji Şingalê didin. Em dibêjin, pêwîstiya Şingalê bi PKKê tune ye. Pêşmerge hêzekî navdewletî ye û Şingalê diparêze.”

Back to top button