CivakPolîtîk

Pêşmergeyên Roj zarokê Rojavane dê her vegerin

Fermandarê Lîwaya 1 ya Leşkerê Roj Bedel Bendî dibêje, vegera Pêşmergeyên Roj bo Rojavayê Kurdistanê yek ji pirsên herî girîng e û pêwîst e jî vegerin, lê îro be yan sibe dê her vegerin.

Derbarê wê pirsê de, Bedel Bendî ji malpera KDP.info re ragihand: “Pêşmergeyên Roj zarokê Rojava ne û dixwazin bergiriyê li Rojavayê Kurdistanê bikin, nabe ti hêzek li hember vegera wan bisekine û îro be yan sibe divê her vegerin Rojavayê Kurdistanê.”

Bendî wiha got: “Pêşmergeyên Roj bo parastina Rojavayê Kurdistanê hatiye damezrandin û dibine hêzeke piştevan ji Rojavayê Kurdistanê re û nabe ti hêzek li dijî wan raweste.”

Li gorî zanyariyan, Amerîka dixwaze Pêşmergeyên Roj vegerîne Rojavayê Kurdistanê û berpirsên ENKSê gotibûn ku hêzeke Amerîka çend Pêşmergeyên Roj birbûn Rojavayê Kurdistanê û ji bo vegera wan bo Rojavayê Kuridstanê ligel PYDê gotûbêj kirbûn.

Hemû aliyên navxwe û Kurdistanî û navdewletî dixwazin hêzên Kurd li Rojavayê Kurdistanê bibin yek, lê PYD biryara tek alî dide û nahêle Pêşmerge vegerin Rojavayê Kurdistanê.

Back to top button