Polîtîk

Pêşmerge:DAIŞ direve ji duhî ve me 7 cih xistine destê xwe

Fermandarê Hêzên Pêşmerge li Kobanê ragihand ku, ji duhî ve 7 cih hatine rizgarkirin û bi temamî ketine destê Hêzên Pêşmerge û şervanên YPGê. Herwiha çekdarên DAIŞê 6 terim û hinek çek û teqemenî û pêdviyên leşkerî ketin destê Hêzên Pêşmertge.

Di berdewamiya şopandina rewş Kobanê ji aliyê KDP.info, îro agahiyên zêdetir ketin destê peyamnêrên me ku Hêzên Pêşmerge derbeyên mezin li terorîstên DAIŞê li rojhilat û rojavayê Kobanê dan û niha moralê çekdarên DAIŞê hatiye têk çûye û li piraniya eniyên şer paş vedikşin ku ji duhî ve 7 cih hatine rizgarkirin û bi temamî ketine destê Hêzên Pêşmerge û şervanên YPGê.

Fermandarê Hêzên Pêşmerge li Kobanî Lîwa Ebdulqehar Mecîd Hacî ji KDP.info re ragihand:” Li Kobanê şer berdewam e û niha şervanên YPGê bi hevkariya Hêzên Pêşmerge di rewşa êrişê de ne, berevajî berê ku DAIŞ êriş dikir.”

Lîwa Ebdulqehar Mecîd Hacî wiha domand: “Ji duhî ve li başûr û rojhilatê Kobanê 7 cih hatine kontrolkirin û terorîstên DAIŞê gellek ziyan dîtine.”

Wî fermandarê Hêzên Pêşmerge ragihand: “Di encama wî şerî de, 6 termên DAIŞê û hinek çek û teqemenî ligel pêdiviyên leşkerî ketin destê hêzên kurdî.”

Hacî wiha got: “Balafirên şer ên hevpeymaniya navdewletî jî li Kobanê li çeperên DAIŞê didin û gellek ziyan gehandine DAIŞê.”

Di dawiya daxuyaniya xwe de, wî fermandarê Hêzên Pêşmerge wiha got: “Moralê Hêzên Pêşmerge û şervanên YPGê pir bilind eû moralê çekdarên DAIŞê bi temamî hatiye têk birin ku termên xwe li şûna xwe dijçhêlin û direvin.”

Îro jî Nûnerên Kantonên Rojavayê Kurdistanê li Herêmê Fethula Husênî ji KDP.info re ragihand ku, “Ji ber topên Pêşmerge DAIŞ ji Kobanê direve. Pêşmerge Kobanê ji karesat û qirkirnê rizgar kir.”

Back to top button